Kongra Star ji bo reşa Şêxmeqsud banga hestiyariyê kir

18:21

JINHA

TILTEMIR - Li Tiltemirê Kongra Star di derbarê rewşa Şêxmeqsudê de daxuyanî da û xwest her kes di derbarê rewşê de bibaldarî tevbigerin.

Li bember êrîş û komkujiyên ser taxa Şêxmeqsud a bajarê Helebê bertek zêde dibin. Kongra Star a bajar jî daxuyaniyek ji bo komkujiya ku li taxa Şêxmeqsud ji hêla çeteyên Opozîsyonê pêk tê da. Ji sazî û rêxistinên bajêr û hejmareke pir jin tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla endama Kongreya Star Aliya Oxlo ve hate xwendin.

Alya destnîşan kir ku li Şêxmeqsudê gel bi kumkujiyan re ru bi ru ye û got: "Em komkojiya li ser taxa Şêxmeqsud dibin, lenet dikin. Gelê me li Şêxmeqsud dijîn bi komkujiyekê re rûbirû ne, lê cîhan li beramberî vê bêdeng e. Em bi wan re, bi têkoşîna wan re ne. Em heya serketinê dê berxwedana xwe bilind bikin."

(rh/jh/zt)