Kobanê ji bo Şêxmeqsud meşiya

20:03

JINHA

KOBANÊ - Li kantona Kobanê bi pêşengiya TEV-DEM'ê ji bo silavkirina berxwedana şervanên YPG-YPJ'ê û gel li Şêxmeqsud meşek hat lidarxistin. Di dawiya meşê de Fermadara YPJ'ê Fidan Amûdê diyar kir ku heya bostek axa wan dibin destê mêtîngeran debe dê berxwedan berdewam bike.

TEV-DEM'ê li Kantona Kobanê ji bo silavkirina berxwedaniya Şêxmeqsud meşeke girseyî çêkir. Endamên saziyan, şervanên YPG-YPJ û bi hezaran ji şêniyên gundan û bajar beşderî meşê bûn. Di meşê de alên YPG-YPJ û pankêrtên wek "Em Berxwedana YPG-YPJ a li Şêxmeqsûd silav dikin', 'YPG misogeriya parastina şoreşa rojava ye' û 'YPG-YPJ parêzvanên gel in' hatin hilgirtin. Bênavber şîarên 'Bijî Berxwedana YPG-YPJ' hate gotin. Meş ji Qada Berxwedaniyê ya Jina Kurd heya Qada Aştiyê berdewam kir. Di dawiya meşê de Fermandara YPJ'ê Fîdan Amûdê axivî.

Fidan diyar kir ku ji bo xwedî derketina Şêxmeqsud ev meş gelek giringe û got: "Em vê meşê silav dikin, ev meş meşa berxwedanê ye. YPG-YPJ bi saya we vê tekoşînê dikin. Em ji we fêr dibin, emê bi hev re dîrokê ji nû ve binivîsin. Heya bihostek ji axa me li jêr dest be emê têkoşîna rizgariyê bêsekin bidomînin. Pêwîste em hêzên xweparastinê zêdetir bikin ku em xwe xurt nekin vaye Şengal li ber çavên me qewimî. Li wir hêza parastina gel tune bû û komkujî pêkhatin."

Li ser navê TEV-DEM'ê jî Ferhat Dêrîk axivî. Ferhat balkişand ser hevkariya ENKS'ê bi dewleta Tirkiyê re. Ferhat berxwedana YPG-YPJ'ê û berxwedana Bakurê Kurdistanê silav kir."

Endamê Desteya Parastinê Îsmet Şêx jî bang li hemû keç û xortên Rojava kir ku li hember dagirkeriyê bêdeng nemînin û tevlî erka xweparastinê bibin.

Meş bi durûşmeyên 'Bijî Rêber Apo' û 'Bijî Berxwedana Şêxmeqsud' dawî bû.

(rê-ze/en/zt)