1.Mihrîcana Jinên Ciwan li Efrînê despêdike

09:09

Fîdan Rêzan/JINHA

EFRÎN - Tevgera Jinên Ciwan amedekariya 1. Mîhrîcana Çandê li Kantona Efrînê dikin. Mîhrîcana ku bi dirûşmeya "Bi hêza jinên ciwan avakirina civakê" wê di 14'ê Nîsanê de bê li darixstin, amedekarî li tevahî navçe û bajarê Efrînê ji aliyê jinên ciwan ve despêkir.

Li Kantona Efrînê bi pêşengiya Tevgera Jinên Ciwan dê 1. Mîhrîcana Çandê di 14'ê Nîsanê de bê li dar xistin. Mihrîcana Jinên Ciwan bi dirûşmeya "Bi hêza jinên ciwan avakirina civakê" dê bê li dar xistin. Têkîldarê amedekariya 1. Mihrîcana Çandê Koordînasyona Tevgera Jinên Ciwan (TJC) û Lîjneya Amedekariya Mihrîcanê Jînda Dilsoz ji ajansa mera axivî û diyar kir ku armanca wan yê bingehîn bi vê mihrîcanê re hêza jinên ciwan derxistine holê.

Mîhrîcana Çandê dê 6 rojan berdewam bike

Jînda da zanîn ku koma stran, foklor, spor, şano û hûnerên destan yê ku bi afrîneriya jinên ciwan derketiye pêş ew ê di mîhrîcanê de cih bigre û wiha got, "1. Mîhrîcana Çandê bi pêşengiya Tevgera Jinên Ciwan wê li Kantona Efrînê di 14'ê Nîsanê de bê li darixistin. Di 14'ê Nîsanê de ew ê meşek girseyî ji Navenda Yekîtiya Ciwanên Rojava ber bi kolanên Kantona Efrînê ve pêk bê û li stada Efrînê bi axaftinan bidawî bibe. Di 15'ê Nîsanê de koma Şehîd Berfîn û koma Şehîd Istirvan li stadê dê govend pêşkêş bikin. Her wiha di 16'ê Nîsanê de ji aliyê 5 koman ve wê stran werin pêşkêşkirin. Navê van koman jî wiha ne; koma Mabeta, Şêrewa, Navenda Çand û Hûner û Koma Efrînê. Di di 17'ê Nîsanê de dê pêşbirkên sporê bên kirin. Hem dê pêşbirk werin li darxistin hem jî koma Reco û koma Efrînê yê gokê dê bên pêşbirê hev û bileyîzin. Di 18'ê Nîsanê de jî wê Koma Şehîd Avînda ya YPJ'ê stran û govendên xwe pêşkêş bikin."

Jînda anî ziman ku mîhrîcana jinên ciwan wê di 19'ê Nîsanê de bi dawî bibe û wiha domkir, "Di 19'ê Nîsanê de Endamên Tevgera Jinên Ciwan dê şano pêşkêş bikin. Navaroka şanoyê ew ê drameyên ku jin dijîn bên diyar kirin. Mihrîcan wê bi pêşkêşkirina hûnerê destan ên ku bi afrîneriya jinan hatî amedekirin bi dawî bibe."

Jînda di dawiyê de banga tevlîbûna Mîhrîcana çandê li jinan kir û wiha got, "Bi rihê avakirina civakek demokratîk û domkirina çandê em bang li tevahî jinan dikin ku tevlî Mihrîcana Çandê yê Jinên Ciwan bibin."

(hs/rc)