Li bazarên Colemêrgê rengê rêvasan û pincarên dinê
09:10
Zeynep Durgut/JINHA
COLEMÊRG - Li Colemêrgê bi hatina biharê re rêvas û gelek rengên pincaran cihê xwe ser dezgehên bazaran girtin.
Li Çiyayên Zagrosan dema pincar hatiye. Gelek rengên pincar li herêma Zagrosan çêdibin. Li zinarên herî bilind ên Zagrosan rêvasên herî bedew çêdibin. Jinên Colemêrgê ji bo berhevkirina pincar berê xwe dane ser lutkeyên Çiyayên Zagrosan. Jinên Colemêrgê hem ji bo xwerina mala xwe hem jî ji bo firotinê pincar kom dikin. Ji ber wê jî van rojan tezgehên bazarên Colemêrgê bi rengê pincarên Zagrosan reng daye.
Rêvas xwarina biharane. Li gorî gotinên jinên Colemêrgê rêvas ji bo tenduristiyê jî xwediyê rolek giringe, ji bo nexweşiya dil û şekir jî weke derman tê karanîn. Li Colemêrgê desteya rêvasan bi 5 tl an tê firiton.
Li kêleka rêvasan li ser dezgahên bazarên Colemêrgê gelek pincarên tamxweş û ji bo nexweşiyan jî derman cîh digirin. Yek ji wan pincaran jî ala ye. Ala piranî li ber ava çeman û robaran şîn dibe û şînatiya wê gelek bedewe. Ala bi pirani di nav hemû cûreyên xwarinê de cihê xwe digire, dema ku tenê jî tê çêkirin xwediyê tamek gelek xweşe. Jinên Colemêrgê ala ji bo zivistanê jî hişk dikin. Di demsala zivistanê de ala dixin nava dewînê û gelek xwarinên dinê.
Gelek deverên Colemêrgê yên pincarên baş lê çêdibin ji aliyê Waliyê Colemêrgê ve weke herêmên qedexe hatine îlan kirin û jinên Colemêrgê nikarin xwe bigihînin wan pincaran.
(zt)