Li Girtîgeha jinan a Gebze şewat derket

09:42

JINHA

KOCAELİ - Di Girtîgeha Jinan a Gebze de şewat derket du jê giran şeş girtî birîndarbûn.

Di Girtîgeha Jinan a navçeya Gebze ya Kocaeliyê de şewat derket. Di agirê ku li qouşa edliyan de derket 2 jê giran 6 girtî birîndarbûn. 4 girtiyên ji ber dumanê bandorbûn rakirin Nexweşxana Dewletê ya Fatih ê ya Gebze yê, hat zanîn ku ser laşê wan cihê şewatê hene. 2 girtiyên rewşa wan giran jî rakirin Nexweşxana Dewletê ya Darica Farabi.

Yek ji birîndara rewşa wê giran ji bo tedawiya oksijenê bibîne rakirin nexweşxaneyek taybet a Îzmîtê.

Girêdayî bûyerê lêpirsîn hat despêkirin, serdozgerê komarê jî di girtîgehê de lêkolîn da despêkirin.

(zt)