Kolanên Edenê bi kulîlkên portakalan vegeriyaye karnavalê

09:57

Filiz Zeyrek/JINHA

EDENE - Her sal kolanên Edenê bi vebûna kulîlkên portakalan re vedigere karnavalayê, îsal jî kolan bi rengê kulîlkên portakalan xemilîn. Jin jî di karnavalê de berhemên xwe yên destan dan pêşandan.

Li Edenê karnavala kulîlkên portakalan a 4. ya Navnetewî destpêkir. Komîta karnavalê ji bo qatlîamê Kurdistanê meşa ku bi stranbêja destpêdikir îptal kirin. Karnaval dê 3 roj berdewam bike, her çiqas wek van salên dî ne bi keyfxweşî be jî jinan berhemên xwe yên ku bi mehane amede kirin dê li karnavalê bidin pêşandan. Jinan kolan bi rengên berhemên xwe xemilandin. Di serî de zarok û jinan eleqayek mezin nîşanî karnavalê dan.

Stantê bihar anî bîra mirovan

Jina bi nave Muge Ozdemir a ku her sal tevlî karnavalê dibû diyar kir ku çiqas meşa karnavalê betal bûbe jî got ku hêviyên wê xelasnebûye û wiha berdewam kir: "Hêviyên me ewe ku em salek din karnavalê dinav aşitî û aramiyê de derbasbikin. Em bi heyvane amedekariyên karnavlê dikin. Min berhemên ku li karnavalê dan pêşandan bi rengê kulîlkên rengên portakalan çêkirin û me bi vî rengî bihar anî bîra mirovan. Em ji eleqeya jinan ji gelek memnunin û bila hemu kes werin tevlî karnavalê bibin. Em ji xwe bawerin ku em aboriya xwe ava bikin. Gava jin aboriya xwe bi xwe bi dest bixin hîn bi hêztirin. Yê ku civakê ji nederketina xelaskê jinin. Jin hertim hatine tepisandin û tucar nehatiye dîtin, ji ber vê dibe jin bi hêz be."

Oya Tural a piştî ku emekdar bûye dest bi perwerda sewirê kiriye jî got: "Ez ji heyva Îlonê ve amedekariya karnavalê dikim. Bila jin ji xwe bewerbin û bila hûnera xwe neveşêrin. Dibe hertim jin zanibe serkeftîbibin, keyfxweş û bi hêz bin."

(dt/zt)