Kongreya Meclisa Jinan Bêrîtan hat lidarxistin

09:58

JINHA

BRUKSEL - Li Paytexta Belçika Brukselê Kongreya Meclisa Jinan Bêrîtan hat lidarxistin.

Meclîsa Jinê ya Bêrîtan a li paytexta Belçîka Brukselê, kongreya xwe pêk anî. Li dû deqeyeke rêzgirtinê, endama TJK-E Xanim Maraş axivî. Xanim bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên qirkirinê yên li Kurdistanê û girîngiya rola têkoşîna azadiya jinê ya li Kurdistanê destnîşan kir. Xanim di şexsê şoreşgerên jin ên di berxwedana xwerêveberiyê ya li Cizîr, Sûr û Nisêbînê jiyana xwe ji dest dan de, hemû şehîdên Kurdistanê bibîr anî.

Li dû axaftina Xanim, rapora karê salekê hat xwendin û nirxandin. Piştre komîsyonên têkiliyên derve, çand, çapemenî, edalet, projeya civakî û şehîdan hat avakirin.

Piştî hilbijartinê jî kongre bi dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.

(zt)