'Heya kesên îstîsmara zayendî pêk tînin neyên darizandin ew îstîsmar dewam bike'
10:11
Sarya Gozuoglu/JINHA
ÇEWLÎK - Birayê E.E yê ku rastî îstîsmara zayendî hatî diyar kir ku heya kesên îstîsmarê zayendî pêk tînin li derve bin, wê îstîsmara zayendî berdewam bikin. Her wiha da zanîn ku ew ê dev ji dozê bernedin heya kesên ku sûcê pêk anîne bên darizandin.
Li Çewlîkê zarokê bi navê E.E di 23'ê Adarê de bi îdîayê ku hatî darb kirin tevî malbatê serî li Midûriyeta Şaxa Zarokan dan. Tevlî refaketên parêzeran îfadeyê zarokê bi navê E.E hat girtin û encamê de derket holê ku zarok ne hatî darp kirin, berovajî vê rastî îstîsmara zayendî hatî. E.E 3'ê sal ji aliyê mêrên ku li taxê dijî rastî îstîsmara zayendî hatiye. Di çerçoveya îfadeyê E.E de 7 kes hatine binçavkirin. Tevî G.Ç., C.B., K.B., V.B. û 3'ê kesên din îfade dan. Lê dervî K.B. kesên din vê sûcê ku pêk anîne qebûl nakin. Bi giştî 4 kes hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Girtî yê Çewlîkê.
'Bi mirinê tehdît kirine û êrîş kirine'
Birayê E.E qala êrîşên îstîsmara zayendî yê li hember birayê wî pêk hatiye kir û diyar kir ku birayê wî her dem digot ku ew tê darp kirin lê qala îstîsmara zayendî nedikir û wiha got, "Birayê min bi mirinê tehdît kirine. Birayê min şahîdiya mirina dayîk û xwişka min kiriye. Ji ber vê yekê travmeyek mezin jiyan kir."
Her wiha da zanîn ku birayê wî bi îdîayê tê darpkirin ew çûne qeraqolê û got ku bûyer li wir derketiye holê û wiha pêde çû, "Rojek birayê min hat malê gotibû ew tê tehdît kirin ji ber vê nema êdî dê biçe dibistanê. Bavê min jî ji ber neçû qereqolê û gilî nekir bi hêrsbû ji birayê min. Tevî birayê xwe em çûn qereqolê û me darpkirinê şikayet kir. Birayê min ne xwest ligel bavê min bipeyve û got 'bila bavê min derê ez ê bêjim' û dûvre bûyerê ku jiyan kiriye tev ji polîsan re vegot."
'Divê sûcdar di astê herî jorde bên ceza kirin'
Birayê E.E her wiha da zanîn ku bi tehdîdan êrîşên îstîsmara zayendî li hember birayê wî pêk anîne û wiha dirêjî da gotina xwe, "Ez dixwazim kesên ku van sûcan pêk tînin di asta herî mezinde ceza bigrin û bên darizandin. Ev ne mijarek ku carek pêk tê û derbas bibe. Ez bawerim ku birayê min demê borî de jî rastî êrîşên wiha hatî. Heya ku evana serbest bên berdewan dê îstîsmarên zayendî û êrîşên bi vî aweyî dewam bikin ser zarokan. Ez dixwazim her kes piştgirî bide dozê ku sûcdar bên darizandin û ceza kirin."
(rc)