'Li gel dosya İlhan hat xirakirin jî 22 salin girtiye'

10:51

JINHA

STENBOL- İlhan Çomak dema ku xwendekarbû hatibû girtin. Bi navê demokratîkbûnê sê caran doza İlhan xirakirin lê dîsan jî ser dosyayê re 22 sal derbazbûn hîna ti pêşketin di dozê de çênebû.

Rûniştina doza girtiyê siyasî İlhan Çomak ku 22 salin girtî ye, dê di 12'ê Nîsanê de li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. İlhan, di sala 1994'an de dema li Beşa Erdnîgariyê ya Fakulteya Fenê ya Zanîngeha Stenbolê dixwend bi îdîaya "li ser navê rêxistinê daristan şewitandiye" û "xebatên perçekirinê kiriye" hat girtin. Li gel der barê İlhan Çomak de ceza hat xerakirin jî 22 salin girtî ye. İlhan, ku 22 salin girtî ye, dê ji nûve derkeve pêşberî dadger. İlhan li girtîgehê 4 pirtûk nivîsandin û bi xwendekarên xwe re parve kirin. Malbata Çomak, ji bo İlhan serbest bê berdan li ser medyaya civakî û ji bo hestiyariya raya giştî xebat meşand. Dîsa belgefîlma ku İlhan nivîsandiye û Muhammed Uzuner amade kiriye ji aliyê girseyek mezin ve hat temaşekirin. İlhan bi rêya vê belgeselê dengê xwe belav kir. Têkildarî girtina İlhan Çomak Nazım Çomak, bang li rayedarên darazê kir û xwest destê xwe dine ser wîcdanê xwe û birayê wî serbest berdin.

Nazim anî ziman ku ew ji balbatek elewî yê kurd in û wiha got: "Em hem bira hem jî heval in. Her dem gund di hiş û aqilê wî de ye. Her dem bêriya gund dike û bi hesreta gund dijî. Li gund her kes nas û her kes xizmê hev in. Bi xeyala gund dijî. Her dem gund xeyal dike. Her dem bi muzîk û helbestan eleqeder dibû. Helbest perçeyek jiyana wî bû. Bêyî helbest nedima."

Nazim, da zanîn ku hêj biryara dadgerê leşkerî yê Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) derbas dibe û hêj deng ji Wezîra Dadê tune ye. Nazim, da zanîn ku heta niha 4 caran pirsdame dane wezareta dadê û wiha got: "Ligel ku me serî li wezareta dadê daye jî hêj deng jê nayê. Tu sedema girtina birayê min tune. Çima hêj girtî ye. Hêj hişmendî nehatiye guhertin. Me serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (AİHM) da. Lê hêj İlhamî girtî ye. Rûniştina Îlhamî di 12'ê Nîsanê de ye. Em dixwazin destê xwe dînin ser wîcdanê xwe û li gorî wîcdan biryar bidin. Îlham em çi bikin emê bikin em dê te ji wir derxin. "

(zt)