Polîsan ser avahiyên KJA û DBP'ê de girtin
11:27
JINHA
AMED - Li Amedê polîsan ser avahiyên KJA û Rêveberiyên Herêmî yên DBP'ê de girtin, gelek kes binçavkirin.
Polîsan piştî ku duh şevê bi ser avahiya Kongreya Jinên Azad (KJA) de girtin û kamerayên li avahiyê desteserkirin serê sibehê jî bi ser gelek navnîşanan de girtin. Polîsan bi ser Buroya Rêveberiyên Herêmî ya DBP'ê de jî girtin. Hate hînbûn ku der barê gelek kesan de biryara binçavkirinê heye. Hin navên kesên ku hatine binçavkirin ev in: Hevseroka Yekîtiya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk Çîmen Işik, xebatkarê Navenda Giştî yê DBP'ê Yusuf Koyuncu, Endama KJA û endama PM a DBP'ê Pero Dundar, Turan Genç, Firat Alokmen, Olcay Kanlibaş, Ercan Burakmak, Mahmut Çinar, Zozan Toprak, Feyzî Akdemîr, Orhan Karaca, Serdar Tosun û kesa bi navê Semîha ya ku paşnavê wê nehat hînbûn.
Kesên ku hatin binçavkirin piraniya wan di 2009'an de operasyona di bin navê "KCK'ê" de hatibûn girtinbûn.
'Em ji tindiyan natirsin'
Seroka Komeleya KJA yê Ayla Akat Ata bertek nîşanî serdegirtina polîsan da û diyar kir ku serdegirtinek bê rêz kirine, armanca wan şikandina vîna jinane û wiha got: "Îro saet di 05.00'an de polîsan ser komeleya me de girtine. Telefona dergevanê me girt ji bo ku xwe negihîne kesê. Di serdegirtinê de ziyan dane komputer û tiştên me. Lêgerek bê rêz kirine. Armanca wan tirsandina me û lewazkirina tekoşîna me ye. Em li vêderê tiştek derqanunî nakin. Hedefa wan şikandina vîna jinane. Lê em ji van tindiyan natirsin û tekoşîna me jinan bi van serdegirtinan nayê sekinandin."
(zt)