8'emîn Festîfala Roja Rewanduzê despêkir
13:12
JINHA
HEWLÊR - 8'emîn Festîfala Roja Rewanduzê despêkir. Weke her salê cardin dê çand û kevneşopiyên Rewanduzê di festîfalê de bên nîşanda.
Navçeya Rewaduza Hewlêrê ji ber erdnîgariya xwe ya bedew di seyrangiyên Başurê Kurdistanê de cihek giring girtiye. Her sal gelek tirust diçin Rewanduzê, tayîbetî jî demsala biharê û havînê hemû başurî berê xwe didin wê. Li ser erdnîgariya wê ya cuda gelek cihên lîstokan û balkêş çêkirine. Ji ber bedewiya xwe her sal festîfala xwezayê li wê çêdibe. 8'emîn Festîfala Roja Rewanduzê destpêkir. Nûnerên gelek welatên derve, şanda hevşaredarên DBP'ê, nûner û şandeyên ji Rojava û Rojhilatê Kurdistanê, li gel wezîr û nûnerên hîzbên herêma Başurê Kurdistanê jî di navê de gelek welatî tevlî festîfalê bûn. Festîfalê bi xwendina Sorûda Ey Reqîm bi deqeyek rêzgirtina ji bo rêzdariya şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê destpê kir.
Pişê axaftina vekirina festîvalê ji aliyê qeymeqamê navçeya Rewanduz Sîrwan Rojbeyanî ve hat kirin. Sîrwan di despêka axaftina xwe de xêrhatina hemû mêvan û beşdarvanên festîvalê kir.
Di bernameya festîvalê de peyamên rêxistinên tevlî bûne wê bê xwendin, her wiha komên floklor, huner û danasîna çanda Rewanduz bê kirin û sitranbêjên Rewanduz derkevin ser dîkê.
Wê festîval heya saetên derengiya şevê berdewam bike.
(şb/zt)