Saziya KESK'a Colemêrgê di derbarê pêvajoyê de daxuyanî da

13:43

JINHA

COLEMÊRG - Saziya KESK'ê ji bo kujerê komkujiya 10'ê Kewçêrê li Enqereyê hatibû kirin bê darezandin daxuyanî da.

Di 10 Kewçerê de li Enqerê bi bombeya zindi komkuji pêk hatibû, di encamê de 102 kesan jiyana xwe ji destdabû. Ji bo ku kujer bên darizandin Endamên Sendikaya KESK'ê û Rêberiya KESK'ê ya Colemêrgê li avahiya KESK'ê daxuyani da çapemeniyê. Hevseroka Sendikaya KESK'ê Sîbel Dinç Soydan daxiyanî xwend û got; "Me Kedkaran xwest di 10'ê Kewçerê de ji bo pêvajoyek aram li Enqereyê meşa aştiyê lidarbixin, lê di wê rojê de komkuji pêk hat û 102 hevalên me jiyana xwe ji destda. 6 mehe ser bûyerê re derbasbû hina kujer nehatine darizandin. Em vê yekê bi tundi şermezar dikin û dibêjin ku em dê riya hevalên xwe berdewam bikin. Em tu car destûr nadin ku şer kuştin çêbibin, em komkujiya Enqereyê bi tundi şermezar dikin û dibêjin ku divê bi lez kujer bên darizandin."

Daxuyaniyê bi temaşakirina sînevizyona komkujiya Enqereyê dawi bû.

(zyd/zt)