Welatiyê Dominik ê Gus Vilchises ji Cizîrê derxistin

13:44

JINHA

ŞIRNEX - Welatiyê Komara Domînîkê Gus Vilchises ê ku ji bo piştevaniya gelê Cizîrê bi hefteyan e li navçeyê ye ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin û ji naçeyê hate derxistin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê piştî êrîşên qirkirinê yên 79 rojan li gelek deverên cihanê welatî hatin û piştgiriyê didin gelê navçeyê. Welatiyê Komara Domînîkê Gus Vilchises ê ji bo piştevaniya gelê Cizîrê beriya çend hefteyan hate û bi awayeke dildarî di nava xebatên Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Rojava de cih digire serê sibehê ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin û derxistin derveyî navçeyê.

Polîsan bi gotina "Em careke din te li van deran nebînin" gef li Gus Vilchises xwarin.

Gus Vilchises ê ku berî ji ajansa me re axivîbû û gotibû hemû kesên ku ji xwe re dibêjin ez mirov im bên Cizîrê û alîkariyê bidin.

(kom/zt)