Rêxistina Sara semînera dîroka şîdetê li darxist

17:12

JINHA

EFRÎN- Rêxistina Sara ya li dijî şîdeta li ser jinê ji bo danasîna karê xwe di nava jinan de ji bo jinên Saziyên Civaka Sivîl semînerek lidarxist.

Rêxistina Sara ya li dijî şîdeta li ser jinê li Kantona Efrînê ji bo danasîna karê xwe û rola wê di çareserkirina pirsgirêkên ku jin rastî wan tên li Navenda Saziya Civaka Sivîl bi amadebûna jinên saziyê semînerek lidarxist. Semîner bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê rêvebera Rêxistina Sara Gulîstan Arif li ser dîroka şîdeta ser jinan nirxandin kir. Jinan eleqeyek mezin nîşanî semînerê dan.

Semîner bi pirs û bersivê dîwanê qediya.

(fr/hs/rc)