Aktîvîst Mojan Tahîr li hember tindiyan çalakî lidarxist
17:29
JINHA
TAHRAN - Aktîvîsta rêxistinên jinan Mojan Tahîr li ber Burca Mîlad a Tahranê li hember tindiyên ser jinan xwe tazî kir û li ser bedena xwe nivîsên serhildêriyê nivîsî.
Di 1'ê nîsana sala 1979'an de li Îranê referandom hat lidarxistin. Di 37'emîn salvegera referandomê de aktîvîsta rêxistinên jinan Mojan Tahîr li ber Burca Mîlad a Tahranê çalakî kir. Mojan bi diruşma "Ji pergala mezhebî û faşîzma Îranê re na" xwe tazî kir û li ser bedena xwe jî nivîsên protestoyî nivîsî û çalakî kir.
Mojan diyar kir ku divê jin bi cesaretbin û li hember tindê serî rakin û wiha domand: "Ez ji vê rojê re nabêjim roja komara îslamî. Min îro weke roja zagonên li hember jinê binav kiriye. Ez dixwazim ji jinên Îranê re bêjim ku em dikarin di navenda Îranê de jî çalakiyan lidarbixin, daxwaza mafê xwe bikin û dengê xwe bilind bikin."
(şb/zt)