Jinên Til Temir êrîşê ser Şêx Meqsûd nirxandin
09:08
Ronîda Hacî/JINHA
TIL TEMIR- Jinên bajarê Til Temir êrîşê çeteyan ya li hember Taxê Şêx Meqsûd bi tundî şermezar kirin û berxwedana gel li hember êrîşan silav kirin.
Li Sûriyê di çavdêriya Netewên Yekbûyî de, bi pêşengiya ABD-Rûsiya agirbesta ku ji 27'ê Sibatê de ketiye meriyetê û şûnde, bi piştgiriya hikûmeta AKP'ê û pêşengiya ENKS'ê komên çete bê navber êrîşê sivîlên Taxa Şêxmaqsûd a bajarê Helebê dikin. Herî dawî di êrîşên topbarana ser taxê 100 sivîl zêdetir jiyana xwe ji dest da û 650 kes jî birîndar bû. Têkîldarê mijarê Berpirsa Baskê Jinan a PYD'ê Zeyneb Hebeş û endama Kongreya Star Nûra Yûnis berxwedaniya li Şêx Meqsûd silav kirin û êrîşên hovane şermezar kirin.
'Em topbarana çeteyan lenet dikin'
Berpirsiyara Baskê Jinan a PYD'ê Zeyneb Hebeş êrîşên li ser taxa Şêx Meqsûd nirxand û wiha got: "Ev êrîş ji 16'ê Sibatê heya niha bi dijwarî didomin. Heya niha bêtirî 100 kesan jiyana xwe ji dest daye. Zêdetir ji 650 kes jî birîndar bûne. Em ji bo malbetên şehîdan sersaxiyê, ji bo birîndaran jî şîfaya acîl dixwazin û çeteyên ku topbaranê pêk tînin lenet dikin."
'Berxwedanî ji heft salî heya heftî salî dê bidome'
Zeyneb destnîşan kir ku bi qasî 3'ê sale Taxa Şêx Meqsûd dibe hedefa êrîşên çeteyan û di dorpêçê de ye û wiha domkir, "Lê belê ligel van êrîşan jî gel dest ji axa xwe bernedaye. Ji zarokên 7 salî heya îxtiyarên 70'ê salî herkes di nav berxwedanê de ye. Di encama van êrîşan de pir xanî xirabûne, kevir li ser kevir nehiştine. Lê gel biryara mayînê daye û cihê xwe terik nake."
'ENKS dixwaze komkujiyê rewa bike'
Zeyneb got, "Em wek baskên jinan a PYD'ê pîştgiriya berxwedana Şêx Meqsûd dikin. Ew bi tenê nînin. Em îlhamê ji berxwedana wan digrin. Em dizanin ku çeteyên Opozîsyonê bi hevkariya dewleta Tirkiyê van komkujîya pêk tîne. Ruxmî ku zirara herî mezn ji DAÎŞ û Tirkiyê digihîêje Sûriyê û diviya bere çekên xwe bidana wan, lê Opozîsyon berê çekên xwe dane Kurdan." Zenep wiha dawî li gotina xwe anî, "Divê rewşa awarte û lezgîn a Şêx Meqsûd were dîtin, derman tune ye, xwarin tune ye û pir birîndar ji ber vê jiyana xwe ji dest didin. ENKS'ê piştgiriyek mezin didin êrîşê çeteyan yê li ser taxa Şêx Meqsûd û ji bo rewakirina komkujiyên Şêx Meqsûd hertiştekê dikin. Ruxmî vê jî ew îdeya kurdîtiyê dikin û PDK'ê jî di navde ji bo berjewendiyên xwe bi Tirkiyê re hevkariyê dikin. Lê bila bizanin xiyanet ji hêla gelê Kurd ve eşkere bûye."
'Em berxwedana jinan silav dikin'
Endama Kongra Star Nûra Yûnis jî wiha got: "Ez di serî de komkujiyê şermezar dikim. Ev kesên hov yên ku berê xwe dane taxa Şêx Meqsûd ne xwedî exlaq in. Heger xwedî exlaq û malbat bûna dê wiha bi hovîtî bi ser gel ve êrîş nekiribûna. Jixwe ENKS jî tu elaqeya wê bi Kurdîtiyê re tune ye, ew girêdayî terorîst-qatîl Erdoxan in. Em wek jinên Kongra Star heya dawî piştgirya Şêx Meqsûd bikin her bijî bexwedana jinên Şêx Meqsûd."
(rc)