Dayîka şervana YPJ'ê Cewher: Cîhan riyê rast yê rûmetê hilbijart
09:11
Ronîda Îsmaîl Hacî/JINHA
TIL TEMIR - Yekemîn endama Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê yê jin a bajarê Til Temir Cîhan Osman (Bêrîtan Cûdî) di 2'ê Cotmeha 2015'an de di encama pêvçûna ligel çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da. Dayîka Cîhan Osman Cewher Yûnis, diyar kir ku ew bi têkoşîna keça xwe serbilinde û got wan têkoşîna keça xwe dewirgirtine.
Yekemîn Endama Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê yê jin a bajarê Til Temir Cîhan Osman (Bêrîtan Cûdî) li bajarê Til Temir ji dayîk dibe û di temenê xwe yê 15'e salî de beşdarî rêxistina xwendekaran dibe. Cîhan li hember êrîşê çeteyên DAIŞ'ê ên giran biryarê tevlîbûna berxwedanê dide û derbasî eniyê şer dibe. Cîhan di encamê pevçûnên ligel çeteyên DAIŞ'ê tevî du hevalên xwe ên YPG'î di 2'ê Cotmeha 2015'an li gundê Xerayê a girêdayî herêma Çiyayê Kizwanê de jiyana xwe ji dest da. Dayîka Cîhan Osman Cewher Yûnis qala têkoşîn û coşa keça xwe kir.
'Cîhan riyê rast yê rûmetê hilbijart'
Cewher diyar kir ku keça wê yekemîn jina ku tevlî YXK'ê bajarê Til Temir bûye û bi dilek tejî bêrîkirin wiha got, "Cîhan di sala 2011'an de tevlî YXK'ê bû û peyama îlankirina YXK'ê xwend. Xwesteka dilê keça min bû ku tevlî şoreşê bibe. Wek dayîkek ji vê biryara wê pir kêfxweş bûm. Ji ber ku wê rêya rast yê rûmetê hilbijart." Cewher dibêje keça wê pir delalî mezin bibû lê rûhê wê yê hevaltiyê pir xurt bû û wiha pê de çû "Ji ax û welatê xwe pir hez dikir. Ji ber vê yekê jî rêya têkoşînê hilbijart. Ligel her cure zorê dev ji têkoşîna xwe berneda heya ku gihêşte asta şehadetê"
'Ez bi têkoşîna Cîhan serbilindim'
Cewher wiha qala têkoşîn û azweriya azadiyê ya keça xwe kir, "Şehîd Cîhan li Çiyayê Kizwana, li gundê Xerayê yê girêdayî Til Temir, di êrîşê çeteyên DAÎŞ'ê de bi berxwedaniyeke mezin şehîd ket. Çete seat 2'ê nîvro êrîşê wan dikin. Cîhan hevalên xwe li dibistanê cihek bi ewle bi cih dike û tevî hevalê Rêzan Til Temir heya seat 10'ê sibê li dijî çeteyan şer dikin. Di encamê de her du jî şehîd dibin. Ez bi têkoşîna keça xwe serbilindim."
'Şehîd rêberê têkoşîna me ne'
Cewher di dawiya axaftina xwe de ji bo tevahiya malbatên şervanên ku jiyana xwe ji dest dane sersaxiyê xwest û wiha dirêjî da gotina xwe, "Şehîd rêberê têkoşîna me ne, ew saxin, tu car namirin. Raste ku ji me dûr dikevin, lê ew di dilê me de dijîn û tucar em wan ji bîr nakin. Şehîd şehîdên me tevan in. Ji ber ku welatê xwe û axa xwe diparêzin. Ez tucar ji ber biryara keça xwe poşman nebûm. Serê min bi şehadeta wê her serbilind e."
(en/rc)