'Jin bi vîn û hêza xwe herdem afirîner bûye'
09:19
Fîdan Rêzan/JINHA
EFRÎN- Li Efrînê jin ên ku ji dewlemendiya xwezayê sûd werdigrin bi hatina biharê re berê xwe didin çiya û gîha berhevdikin. Fîdan Ehmed hem ji xwezayê sûdê digre hem jî di warê aborî de piştgirî dide malbatê.
Bi hatina biharê re li Kantona Efrînê jin berê xwe didin nava xwezayê û ji dewlemendiya xwezayê sûdê werdigrin. Fîdan Ehmed (40) ji gundê Hec Qasimo ya navçeya Cindirêsa Efrînê ye. Fîdan bi hatina biharê re rûgeş bûye. Giya û sebzeyên ku di hewşa mala xwe de çandibû, niha şîn hatine û wan li bazarê difiroşe. Fîdan tevî nexweşiya xwe ya şekir jî, piştgirî dide malbata xwe û aboriya xwe yê serbixwe avadike.
'Divê jin xwedî li keda xwe derkevin'
Fîdan wiha qala serpêhatiya xwe ji me re kir, "Piştî ku bavê min bi nexweşiya dil ket, êdî kesek tune bû malbatê xwedî bike. Ji bo ku em muhtacê tu kesî nebin, min di hewşa malê de zebze çandin û ez di bazarê de wan difroşim. Jixwe bi hatina biharê û barîna baranê re jî sebzeyên min pir xweş şîn hatine, bereket hatiye mala me."
'Jin bi vîn û hêza xwe herdem afirîner bûye'
Fîdan da diyar kir ku jin di nava civakê de xwedî rolekî giring e û wiha got: "Jin bi vîn û hêza xwe herdem afirîner bûye. Divê hemû jin xwedî li keda xwe derkevin û hêza xwe ya veşartî derxin holê, di xizmeta civakê de bikar bînin. Ez jî wekî jinekê ji bo xwe û malbata xwe xwedî bikim ev 10 sal in ked didim."
Fîdan Ehmed di dawiyê de hêviya xwe wiha anî ziman, "Tevî dorpêça heyî jî gelê Efrînê debara jiyana xwe dike. Hêviya me ew e ku ev dorpêç bidawî bibe da ku kesên hejar nema zehmetiyên jiyanê bikişin û yên koçber bûne jî bikarin vegerin. Tevî hertiştekê jî divê civak bi îmkanên herî piçûk jî li berxwe bidin û serî netewînin."
(hs/rc)