Dayika Qutret tenê dixwaze carekdin biçe ser gorê kurê xwe

09:21

Hulya Okalîn /JINHA

COLEMÊRG- Ev mehek e ku hêza dewleta tirk Gever xistiyê dorpêçê û bi tu awayî destûr nade hemwelatî bikevin taxên xwe. Dayîka Qutret Aksoy a ku di sala 2015'an de kurê xwe Sileyman Aksoya di teqîna Pirsûsê de windakir û nikarê biçe ser gora kurê xwe, tenê daxwaz û hêviya wê ew e ku cara dawî biçe ser gora kurê xwe û duayan jê re bike.

Dewleta tirk di 13'ê Adarê de tevahiya navçeya Geverê ya Colemêrgê qedexeya derketina derve îlan kir û bi hezaran welatî bi zorê ji taxên berxwedanê derxist û li taxên cûda bi cih kir. Hêzên dewletê ku li taxên berxwedanê xistine nav dorpêçê û bi top û tangan êrîş dibin ser taxan bi tu awayî destûrê nadin ku kes bikeve taxên xwe. Dayika Qutret Aksoy a 60 salî jî yek ji wan kesan e ku ji xaniyê xwe bi zorê hatiyê derxistin û li taxek cuda hatiyê bi cih kirin e. Qutret ji ber êrîşên zilma hêza dewletê nikare biçe taxa ku bi salan lê dijiya.

Nikarê biçe ser gorê kurê xwe

Dayîka Qutret di 20'ê Tirmeha 2015'an de kurê xwe Sileyman Aksoy di encama teqîna ku li Navenda Çanda Amarê ya navçeya Pirsûsa Rihayê de pêk tê winda dike. Dayîka Qutret ku gorê kurê wê li goristana taxa berxwedanê ye Ormanê yê ji ber dorpêçê nikarê biçe ser gorê kurê xwe ya ku her roj diçû serdana wî. Dayîka Qutret ji ber nikarê biçe ser gorê kurê xwe her roj dilê wê disoje û êşa hesret û hêviya dîtina gorê kurê xwe di dilê xwe de bi bêdengî dijî.

'Ez tenê dixwazim cara dawî biçim ser gorê kurê xwe'

Dayika Qutret dema ku dibe qala talankirina Geverê bê kirin êş û bi çavek tijî hestî dibêje: "Ne mala ku tê şewîtandin û hilweşandin dibira min de ye, ne jî taxa ku di dorpêçê de di xema min deye, ez tenê dixwazim ku cara dawî biçim ser gorê kurê xwe Sileman û qelka wî maç bikim. Bi ditîna gorê kurê xwe şewata hestera dilê xwe bitemîrînim."Dayika Qutret hemû zarokên xwe û hevjinê xwe ji ber êrîşan dişeyne Wan û Colemêrgê. Lê ew dev ji tax û welatê xwe bernade û li Geverê dimîne bi tena serê xwe dimîne û li benda rakirina qedexeyê ye ku bi lez û bez biçe ser gorê kurê xwe.

'Ez alikariya dewletê naxwazim'

Dayika Qutret diyar dike ku ew ne mal ne jî alikariya dewletê dixwaze ew tenê dixwaze ku biçe ser gora kurê xwe û mîzgîniya aştî û azadiyê bide kurê xwe û wiha axivî: "Ez heya dawiyê ji mala xwe derneketim. Min baş dizanî dema em tax vala bihêlin dê hêzên dewletê ligel malan goristanên me jî talan bikin. Lewra ez ji taxê derneketim, dewletê me bi zorê derxist. Min şandin Colemergê lê ez ji bo kurê xwe cardin vegeriyam Geverê. Gever cih û warê min e. Ma ezê biku derî ve bicim. Gelo dewlet çi ji me dixwaze û me û zarokên me dikûje. Êdî bes e."

'Ez di konan da bijim ji di avahiyên dewletê de najim'

Dayika Qutret di berdewamiya axaftina xwe de tîne anî ziman ku ew di bin konan de jî bijî di avahiyên ku dewletê çêdike de najî û wiha got: "Xaniyê ku niha hêzên dewletê dişewîtinê û hildiweşine min bi salan bi zor û zahmetiyê da avakirin. Niha dewlet vê qeda me bê hesap dişewîtîne. Dewlet dê pişt re bêje ku me ji bo wan avahiyan çê kiriye. Em alikariya wan naxwazin."

Dayika Qutret di dawiyê de bang li hemû welatiyên Geverê dike ku bila demîldest xwedî li ax û welatên xwe derkevin.

(rc)