Nahide ya Cizîrî: Bila ji bîr nekin, dê zarokên îro jî mezin bibin

09:22

JINHA

ŞIRNEX - Nahide anî ziman ku dê li ser axa Botanê tenê aşîtî bi têkoşînê were û wiha berdewam kir: "Bila nehesibînîn ku xaniyên me xira kirin em ê paşve bikişin. Zarokên salên 90'an mezin bûn, em ne nizanin û em di farqa hertiştî denin. Bawerbim zarokên vê demêm ji me gelek bihêrsin, wê zarok bi vîn mezin bibin."

Di salên 90'an de leşker bi postalan ketin xaniyan, me wî çaxî ruyê rasti yê dewletê yê bêwijdan naskir û kolanên Cîzîrê veguhestin berxwedanê. Gelê Cizîrê piştî 79 rojan ne tenê malên bêban difikirin, zarokên ku di berxwedanê de jiyana xwe ji destdane jî difikirin. Em ji jina bi navê Nahide ku li devê deriyê xwe ketiye nava fikiran, pirs dikin , kî bû yê ku 79 rojan li Cizîrê li berxwedidan? Nahide wiha got: "Ev zarok, zarokên salên 90'an ku bavê wan hevalên wan li ber çavên wan hatine qatilkirin îro jî ji bo heyfa wan gomlekê berxwedanê li xwe kirine, wê zarokên 2016 jî mezin bibin."

'Li ber çavên min malbata min îşkence kirin'

Nahide pêşî çû jiyana piçukayiya xwe û tiştên ku di hişê wê de mayî bi me re parkir û êşe dilê xwe wiha anî ziman: "Di salên 90'an de ez biçuk bûm. Lê xweş te bîra min rojek hêzên dewletê bi ser mala me de girt û li ber çavên min bavê min li ser sifrê rakirin û bi lêdanê derxistin derve. Wî çaxî gel dengê xwe dernedixist. Lê niha em mezin bûn û bîra hertiştî dibin. Ma ez ê êdî niha li hember wê zîhniyeta yê ku dayîk û bavê min îşkence kirin bê deng bimînim? Bila tukes hêviya ji me neke ku wan leşkerên dayîk û bavê min li ber tîrêjên rojê dayin seknandin hez bikin. Hêrsa dilê min her roj mezin dibe."

'Zarokên salên 90'an mezin bûn'

Nahide diyar kir ku dewlet dibê qey ew ê pirsgirêkan bi xirakirinê û şewata welat çareser bikin û wiha li gotinên xwe zêde kir: "Her dewleta ku tê bi eynî rêbazê êrîşî me dike û dixwaze kurdan tune bike. Lê dewlet negihişt armanca xwe, tersê wê gelekî berxwedêr derket pêşberî wan. Zarokên salên 90'an mezin bûn. Em êdî di ferqa hertiştîdenin. Bawerbin zarokên vê demê jî ji me qat bi qat hêrstirin lê wê bi vîn mezin bibin."

'Tukes nikare bekeve pêşiya vîna gelê kurd'

Nahide diyar kir ku tu hez nikare li pêşberî vîna gelê kurd bisekine û wiha ragihand: "Cizîr taru û mar kirin, lê em hîn jî livirin. Bila nehesibînin malên me xirakirin em ê jî dev ji axa xwe berdin. Em tu car gavpaş navêjin. Em ê têkoşîna zarokên ku li van taxan li berxwe dane bi mêşînin. Hemu polis û leşkerên ku tên vir bi peran tên. Em baş zanin ku zarokên me ji bo vîna gelê xwe şer dike cudaye û yê ku bi peran şer bikin cudaye."

'Bi têkoşînê aşîtî tê'

Nahide bibîrxist ku li axa Botanê aşîtî bi berxwedanê wê were û wiha berdewam kir: "Di zarokîtiya min de hertim xeyalek min hebû, min dixwest hesab ji yê ku îşkence li dayîk û bavê kirin bipirsiya. Nifşên nû bi hêrs mezin dibin. Em bi salane aştiyê dixwazin çiqas em aştî dixwazin ew me qatildikin û bedenê me li kolanan teşhîr dikin. Eger nêzikatiya dewetê ew bû em êdî aştî naxwazin. Em bi yê ku me qatildike re nabin bira. Di bêjin em xwişk û birane, gava em li piş xwe dizîvirin îxanet dikin. Em ê bivê hişmendiyê re çawa bibin xwişk û bira? Dilê Kurdistanê Botan tucar van îxanetan jibîrnake. Jinên Botanê sedsalê serî li zordestiyê netewandiye ji vê saetê û pede jî serî natewîne."

(dt/zt)