1. Mîhrîcana Xwendekarên Efrînê berdewam dike
09:23
Fîdan Rêzan/JINHA
EFRÎN - Bi organîzasyona Heyeta Fêrkirin û Perwerdekirinê 1. Mîhrîcana xwendekarên li navçeyên Kantona Efrînê hat lidarxistin.
Heyeta Fêrkirin û Perwerdekirinê ji bo xwendekarên dibistanan mîhrîcan lidarxist. Di Mîhrîcanê de şano, helbest, pêşengeh û stran hatin pêşkêşkirin.
Li Raco mîhrecan li navenda Lijneya Fêrkirin û Perwerdekirinê hate lidarxistin, lijneya amadekar, mamoste û lijneya kontrolê amade bûn, di nav şagirtan de yên herî jîr ji bo tevlîbûna mîhrîcana navendê hatin hilbijartin.
Li Cindirêsê jî mîhrîcan li dibistana Têkoşer Îsa bi amadebûna şagirtên dibistana Asya, Dijwar, Fadil, Bedran, Dilsoz di roja yekemîn de dest pê kir. Tê de spor, tablo û stran hatin pêşkêşkirin.
Li Şiyê li dibistana Têkoşer Xeyrî bi amadebûna dehan ji mamosteyan mîhrîcan hate destpêkirin. Pêşengehek hate temaşekirin, di nava tabloyên pêşengehê de berxwedana taxa Şêx Meqsûd, YPG'ê û YPJ'ê bal kişand. Ji aliyê koma dibistana Şehîd Rênas ve jî şanoyek hate pêşkêşkirin.
Li Navçeya Şera jî mîhrîcan li salona civînên navçeyê dest pê kir. Xwendekarên dibistana Têkoşer Rûken, Têkoşer Hemze, Têkoşer Fewzî, Têkoşer Ehmed, Têkoşer Îbo, Têkoşer Bahoz, Têkoşer Aslan, Têkoşer Jînda, Têkoşer Rêzan, Têkoşer Bedran li mîhrecanê amade bûn. Paşê ji aliyê komên govendê yên dibistana Dêr Sewan, Çema, Mersawa, Berofo, Mersekê, Xirêba, dibistanên gundê Qetmê û dibistana gundê Mêdankî govend hate pêşkêşkirin.
Wek hat zanîn ku dê sibe pêşbirka pirsên çandî, pêşengeh, helbest, xwendin û nivîsandinê be. Di roja sêyemîn de jî dê navê kesên serkeftî werin diyarkirin û diyarî ji bo wan werin dayîn.
(hs/zt)