Jinên Rojava: Bandora Dayîka Uweyş ser tekoşîna jinên kurd pire
12:06
Fîdan Rêzan - Binefş Sarya/JINHA
QAMIŞLO - Jinên Rojave di derbarê 11'ê Nîsanê roja wefata dayîka Uweyş de gotin: "Mirov dikare bêje ku têkoşîna jina azad ku Rêber Apo jê re rêberî kiriye diyarî ye ji bo dayîka Uweyş. Dayîka Uweyş bi rêveberiya xwe ya di nava malbatê de di nava gund de jinek dihat nasîn. Taybetmendiya dayîka Uweyş rêvebertiyeke xwezayi ye. Ji bo wê jî bandora Dayîka Uweyş ser tekoşîna jinên kurd pir zêdeye."
Dayîka Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Uweyş di 11'ê Nîsana sala 1993'an de li gundê Amara yê girêdayî navçeya Xelfetî ya Rihayê çu ser dilovaniya xwe. 23'ê sal ser wefata Dayîka Uweyş re derbas bû. Ji bo bîranîna wê jinên Rojavayê Kurdistanê nirxandin kirin. Dayîka Şaha Xelîl Dayîka Uweyş bibîr anî û got: "Em bandora dayîka Uweyş ser kesayeta Rêber Apo baş dibînin. Bi taybet di zaroktiya wî de, di her bûyerekê de bandora Dayîka Uweyşxuya dike. Rêber Apo fedekarî û cesareta xwe ji dayîka xwe girtiye û em vê baş dibînin. Ev yek di bûyerên ku Rêbertî anîne ser ziman tê xuyakirin. wek mînak Rêber Apo dibêje; 'Dema di zaroktiya xwe de min û hevalên xwe bi hevdilîst hevalê min serê min şikand,wê demê dayîka min got biçe heya tu jî serê wî neşkînê û tola xwe hilneyînê venegere mal.'"
Şaha da zanîn ku Dayîka Uweyş jinek bihêzbû, bi wê hêzdariya xwe bandorek mezin li ser derdora xwe jî kiriye û wiha domand: "Dayîka Uweyş di hemû aliyan de rêveberiya malê dikir. Di demên kevin de dijîtiya malbatan hebû, dayîka Uweyş ji Rêber Apo re dibêje; 'Kesên dijminê me be neçe cem wan û danûstandinê bi wan re neke.' Lê Rêber Apo ev yek red kir û di temenê pir biçûk de kûr û fireh difikirî. Malbata hevalê Hemze Bîndal dijminê malbata Rêber Apo bûye, lê tevî vê yekê jî Rêber Apo diçû cem û hevaltî pêre dikir. Ji wê demê ve Rêbertî dixwest ku wekhevî û edaletê di jiyanê de peyda bike. Têkilî bi her kesî û her netewî re didanî, bi dijmin, dost, pêkhateyên Kurd, Ereb, Asûr û Ermen re jî têkilî qut nedikir. Rêber Apo di zaroktiya xwe de jî xwedî van taybetmenidyan bû."
'Têkoşîna jina azad diyariye ji bo Dayîka Uweyş'
Şaha destnîşan kir ku bandora Dayîka Uweyş li ser tevgera jinên kurd jî pir zêdeye û wiha berdewam kir: "Gelek caran dayîka Uweyş ji Rêber Apo re digot; 'Tu ji her kesî re tiştan dikî, lê tu ji bo min rojekê diyariyekê nayînî.' Rêber Apo ji bo vê yekê wiha dibêje 'Ez difikirîm ku diyariyekê ne mîna qumaşekî ji dayîka xwe re bînim, difikirîm ku hemû gelên bindest taybet jinan bi rêya dayîka Uweyş azad bikim.' Mirov dikare bêje ku têkoşîna jina azad ku Rêber Apo jê re rêberî kirî diyarî ye ji bo dayîka Uveyş. Dayîka Uweyş bi rêveberiya xwe ya di nava malbatê de di nava gund de jineke ku tênasîn. Ev ne wek desthilatdariyê, berevajî vê taybetmendiya dayîka Uweyş rêvebertiyeke xwezayi ye. Vê taybetmendiyê jî mirov dikare di RêberApo de bibîne. Di encam de ez dikarim bêjim ku zayîna Rêber Apo ji bo hemû gelên bindest bû zayîna azadiyê. Ji bo wê dayîka Uweyş ji bîra tu kesî naçe, bi vê boneyê careke din em wê bi bîrtînin."
'Zarokên xwe bi hişmendiya tolhildanê mezin kir'
Dayîka Şadiye Îbrahîm jî derbarê salvegera wefata dayîka Uweyş de nêrînên xwe wiha anîn ziman: "Despêkê ez Dayîka Uweyş bibîrtînim. Dayîka Uweş bandoreke mezin ser Rêber Apo kiriye. Rêber Apo dibêje; 'Ez ji temenê 7 salî bi êşa jinan hesiyam. Dayîka Uweyş zarokên xwe bi ruhê tolhildanê mezin kir da ku kes nikaribe mafê wan binpê bike. Bi ruhê welatparêziyê ew mezin kirin. Rêber Apo jî mînaka herî berbiçav e ku li tevahî cîhanê felsefeya wî belavbûye. Gelê kurd û taybet jina Kurd ji xewê şiyar kiriye. Rêber Apo li ser vê bingehê dest bi tevgerê kir û di tevgerê de jî azadiya jinê û naskirina wê esas girt. RêberApo derbarê dayîka xwe de wiha dibêje 'Dema ez ji mal derdiketim dayîka min di got ku divê tu bizanî xwe biparêzî û li ser wî esasî min dest bi parastinê kir, êdî min karîbû hem xwe û hem jî jinan biparêzim.' Niha têdîtin bi milyonan jin fikirên Rêber Apo ji xwe re esas girtine. Bi yek dengî bang dikin ger azadî hebe wê bi azadiya Rêber Apo hebe. Em jin azadiya bê Rêber Apo qebûlnakin."
(hs/zt)