Dê 2 mehan girtî dernekevin hevdîtinê

12:25

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Li ser navê girtiyên PKK û PAJK'î yên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê Denîz Kaya daxuyanî da û diyar kir ku wan xwestine sewqî Îmraliyê bên kirin û ew ê di mehên Nîsan û Gulanê de dernekevin hevdîtinên vekirî û girtî.


Girtiyên PKK û PAJK'ê bi boneya tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe, muzakere bên destpêkirin, dorpêça li ser Kurdistanê bi dawî bibe û rêveberiya xweseriya demokratik bê naskirin, bê dem û dorveger dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Girtiyên PKK û PAJK’î bi vesîleya 4'ê Nîsanê Roja Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyanî dan. Li ser navê girtiyan Deniz Kaya, diyar kir ku ji bo daxwaza sewqkirina wan a Îmraliyê pêk bê di meha nîsan û gulanê de dernakevin hevdîtina girtî û vekirî. Denîz, da zanîn ku hikûmeta AKP'ê di 30'ê Îlona 2014 de biryara tecrîdê girt û di 5'ê Nîsanê de xist meriyetê û wiha got: “Ev polîtîkayên AKP'ê roj bi roj firehtir û mezintir dibin. Hemû mafê kes, civak û gelan ên rêveberiya cewherî ji destê wan digirin. Mirov di jêrzemînê de zindî hatin şewitandin. bedenên cenazeyên jinan hatin tazîkirin û bi erdê re hatin kaşkirin. zarok, jinên ducanî hatin qetilkirin. T.C. hiqûqa şer a navneteweyî binpê kir û hovîtî pêk anî. Ji 5'ê Nîsanê heta niha em tu agahiyê ji Rêberê xwe nagirin. Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha parêzer nikarin biçin Îmraliyê û nikarin hevdîtin pêk bînin. Polîtîkayên operasyonên komkujiya fîzîkî û siyasî li ser gelê kurd berdewam dikin. Tu armanca AKP'ê ya çareserî û aştiyê tune ye. Ji ber vê yekê 2 hevalên me yên li cem Serokatiya me jî sirgûn kirine. Dixwazin Rêberê me teslîm bigirin. "

‘Bêdengiya li hemberî vê komkujiyê sûcê mirovahiyê ye'

Deniz, da zanin ku gelê kurd bi sedsalan e bê nasname û bê statu dijî û êdî vê bê heqî, bê hiqûqî û vê zordestiyê qebûl nake. Deniz, da zanîn ku çarçoveya komkujiya li Kurdistanê her ku diçe mezintir dibe û nexşeyên Kurdistanê yên siyasî, fîzîkî, dîrokî, erdnîgarî û çantî tên tunekirin. Deniz, bilêv kir ku dewleta TC a faşist di şer de israr dike û nêzî çareseriyê nabe û wiha berdewam kir: "Li hemberî van zextên AKP'ê tenê bi berxwedanê mirov dikare bê der. Tenê bi berxwedana rêveberiya cewherî û xwedî derketina pergala xweseriya demokratîk mirov dikare bê serî. Gelê kurd bi salan e bi berxwedanê bednelan dide. Niha jî li pişt barîkat û hendekan mafên xwe diparêze. Di vê berxwedana cewherî de jin û ciwan pêşengiyê dikin. Di 12'ê Adara 2016’an de Tevgera Şoreşgerên Gelê Yekbûyî (HBDH) minaka têkoşina gelan a hevpar e. Polîtîkayên komkujiya tevahî ya li hemberî gelê me plana stratejîk a tunekirina vîna gelan e. Niha bi van komkujiyên li Kurdistanê pêk tîne nîşan dide û feraseta wê ya înkar û îmhayê nehatiye guhertin. Li dijî vê planê berxwedana hevpar pêwiste. Banga me ji gelê me û gelê Tirkiyeyê li dijî vê polîtîkayê bêdeng nemînin. Li mala xwe li ser axa xwe û li hemû qadan berxwedanê bilind bikin."

'Em di meha nîsan û gulanê de dernakevin hevdîtinê'

Deniz, herî dawî da zanîn ku wekî girtiyên PKK û PAJK’î ji bo daxwaza wan a sewqkirina Îmraliyê pêk bê û daxwaza wan rakirina tecrîd û azadiya Ocalan pêk bê ji 5'ê Nîsanê ve dest bi gireva birçîbûnê kirbûn û wiha dom kir: "Bi ser bingeha guhertina çalakiyê em di meha nîsan û gulanê de dernakein hevdîtina vekirî û girtî. Em sewka xwe ya Îmraliyê dixwazin."

(zt)