KESK'a Colemêrgê ji bo rewşa Geverê daxuyanî da
13:18
Nîsan
11
/ 2016
JINHA
COLEMÊRG - Sendikaya KESK'a Colemêrgê di derbarê qedexe û êrîşên ser Geverê berdewam dikin de daxuyani da.
Sendikaya KESK'a Colemêrgê derbarê pevçûnên li navça Gevera Colemêrgê diqewimin de daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî li avahiya KESK'ê ji aliyê Hevserokê KESK'ê Musa Bor ve hat xwendin. Musa diyar kir ku divê bi lez qedexeya ser Geverê bê rakirin û got: "Niha li Geverê pevçûnên dijwar diqewimin, li wê welatî bi komkujiyan re rû bi rû ne ji ber wê jî divê hîna girantir nebûyî her kes bi baldarî tevbigerin."
(zyd/zt)