Mîhrîcana kurtefîlman a Efrînê dawîbû
13:26
JINHA
EFRÎN - Mihrîcana kurtefîlman a Efrînê bi xelatên ji fîlmên 'Dayika Hena' û 'Hezkirin' hatin dayîn re bi dawîbû.
1. Mihrîcana kurtefîlmên Sînemayê ku ji hêla Desteya Çand û Hunerê û TEV-ÇAND'ê yên Kantona Efrînê ve hatin organîzekirin bi şahiyekê dawî bû.
Di şahiya girtina mîhrîcanê de Hevserokê Meclîsa Rêveber Osman Şêx Îsa, hevserokê Desteya Çand û Hunerê Şîraz Hemo û Hevserokê Desteya Karên Derve Silêman Cefer û hejmareke pir hunerhez amade bûn. Di şahiyê de kurtefîlma derhêner Suheyla Ebdî ya ji Rojhilatê Kurdistanê hat temaşekirin. Fîlm çîroka jinên Êzidî yên ku ji destên çeteyên DAIŞ'ê rizgarbûne kiribû rojeva xwe.
Di dawiya mihrîcanê de kurtefîlmên "Dayika Hena" ya derhêner Mon Al Garîlaw a ji Filipinler û "Hezkirin" a derhêner Boya Harizanov a ji Bulgaristan, xelata baştirîn kurtefîlm girtin.
(fr/zt)