Selma Irmak ji bo Parlementoyê pêşname pirs da

14:54

JINHA

COLEMÊRG - Parlementera Colemêrgê Selma Irmak ji bo ku qedexeyên ser Geverê peşname pirs şand meclisê.

Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak ji bo Parlementoyê pêşname pirs pêşniyar kir. Pêşname wiha ye: "Li navçeya Gevera Colemêrgê ev meheke qedexeya derketina kolanan berdewam dike û em tu agahiyan nagirin. Ev meheke li Geverê çî dibe kes nizane, lê ser medyayên civakî yên xwe bi navên JOH POH û JİTEM xwe didin nasin li cihê bûyerê parvekirina dikin."

Selma Irmak ji parlementoyê ev pirs kirin

*Ev meheke agahiyên we ji bûyerên li Geverê diqewimin heye?

*Qedexeyên derketina kolanan di kijan qanûna bingehin de derbas dibe?

*Kesên ku li ser medyayên Civakî wan parvekirina dikin we li ser wan lêpirsin vekiriye?

*Kesên li ser medyayên Civakî dimênan û bedenên mirovan teşhir dikin parvedikin ji bo çi û kê xizmetê dikin?

*Kesên ku li ser hesabên civaki xwe JOH POH didin nasîn çima ew hesab nehatine girtin?

*Ji bo ku qedexeyên derketina kolanan rabin we çiqas hewl da ye an ji ji bo vê xebatên we hene?

(zyd/zt)