Dayîka Uveyş li ser gora xwe hat bîranîn

16:47

JINHA

RIHA - Dayika Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Uveyş Ocalan di 24'emîn salvegera wefata xwe de hate bibîranîn.

Dayika Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Uveyş Ocalan di 24'emîn salvegera wefata xwe de li taxa Amara ya navçeya Xelfetiya Rihayê li ser gora xwe hate bibîranîn. Endamên KJA'yê merasîm organîze kirin û parlamentera HDP'ê Dîlek Ocalan, Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, hevseroka DBP'ê ya Rihayê Leyla Coşkun, rêveberên partiyê, malbata Ocalan û gelek welatî beşdarî bîranînê bûn. Bi munasebeta birînanê li cihê gorên dayik û bavê Ocalan şitlên daran hatin çandin.

'Jineke serbilind a serhildêr'

Bernameyê bi gul danîna li ser gorên Uveyş û Omer Ocalan dest pê kir. Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu ewil axivî û wiha got: "Dayika Uveşy dayika me hemûyan bû. Dayika Uveyş di jiyana xwe de jineke qehreman û jîr bû. Di nava civaka ku hatiye çewisandin de tu caran serê xwe netewand. Dayikeke kedkar bû. Dayika Uveyş dayikeke serbilind û serhildêr bû. Ev hêza xwe nîşahî jina kurd û Tevgera Azadiya Kurd jî kir."

'Emê soza xwe bi Kurdistana azad tacîdar bikin'

Piştre parlamentera HDP'ê û neviya Dayika Uveyş, Dîlek Ocalan axivî û wiha got: "Dayika Uveşy di jiyana xwe de jina xwedavend afirand û cihê xwe di dîrokê de girt. Berxwedana ku wê afirandiye em weki jin soz didin ku li ser vî axê têkoşînê xurtir bikin û bidomînin. Ligel şert û mercên zehmet ên demê bi sekna xwe Dayika Uveyş dê tu caran neyê jibîrkirin. Em wê bi rêzdarî bi bîr tînin. Em soz didin ku ev berxwedana ku li hemû axê belav bûye bi azadiya Rêber Apo re tacîdar bikin. Ji bo Rêberê Azad, Kurdistana Azad em ê têkoşîna xwe di 2016'an de bidomînin."

(zt)