Hevşaredara Colemêrgê Fatma Yildiz hat berdan
17:58
JINHA
COLEMÊRG - Hevşaredara Colemêrgê Fatma Yildiz hat binçav kirin pişti ifadeyê hat berdan.
Li Colemêrgê di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de polisan ser malan de girtin, Hevşaredar Fatma Yildiz jî di nav de 3 kes binçav kirin. Fatma bi hincentên "Propagandaya Rexistinê kiriye" û daxuyaniyên dane çapemeniyê binçav kirin, piştî li Dadgeha Colemêrgê îfadeya wê girtin şûnde bi mercê kontrolê serbesti berdan. Li ber avahiya Dadgehê Fatma Yildiz daxuyani da çapemeniyê. Fatma got ku we ji bo ku tevlî merasîma cenazeyan dibû wê weke propagandaya rêxistinê dîtine.
Piştî Fatma Parlementera Colemêrgê HDP'ê Selma Irmak jî got; "Niha li Colemêrgê bi qirkirinên siyasi dixwazin siyasetmenderên Colemêrgê hemuyan bigirin. Li Colemêrgê avahiya me ya DBP û HDP'ê di bin dorpêça polisan de ye hevalên me her roj di bin çavdêriya polisan de ne. Hevseroka me Fatma Yildiz jî ji bo ku tevli hin çalakiyan bûye hat binçav kirin. Hevseroka me siyasetmendere dikare tevli çalakiyên siyasi bibe, lê bi hêsanî dikare van weke sedem nîşan bidin û bigirin."
(zyd/zt)