'Gelo wîjdanê mirovahiyê li ku maye?'
09:09
Fîdan Rêzan/JINHA
EFRÎN- Rêvebirên Kongra Star êrîşên li ser taxa Şêx Meqsûd ku ji aliyê hêzên opozisyona Sûriyê (ENKS'ê jî di nav de ye) û dewleta Tirkiyê ve tên kirin bi tundî şermezar kirin û bertek nîşan dan.
Li Sûriyê di çavdêriya Netewên Yekbûyî de, bi pêşengiya ABD-Rûsiya agirbesta ku ji 27'ê Sibatê de ketiye meriyetê û şûnde, bi piştgiriya hikûmeta AKP'ê û pêşengiya ENKS'ê komên çete bê navber êrîşê sivîlên Taxa Şêxmaqsûd a bajarê Helebê dikin. Herî dawî di êrîşên topbarana ser taxê 100 sivîl zêdetir jiyana xwe ji dest da û 650 kes jî birîndar bû. Têkîldarê mijarê Rêveberên Kongreya Star a Kantona Efrînê nirxandin kirin.
Endama Koordînasyona Kongra Star Şêrîn Hesen bi tundî êrîşên li ser Şêx Meqsûd şermezar kir û wiha got: "Hêzên girêdayî opozisyonê îro li Şêx Meqsûd mafê mirovan binpê dikin, kuştin û xirakirinê bi awayekî hov pêktînin û gel koçber dikin. Em bang li saziyên mafên mirovan dikin ku vê hovîtiyê bidawî bike û gel ji van êrîşan rizgar bike."
Endama Rêveber a TEV-DEM'ê Eyîşe Hiso diyar kirin ku rûyê rast ê opozisyona Sûriyê û di nav de ENKS'ê de di êrîşên Şêx Meqsûd de tên xuyakirin û wiha dom kir: "Hovîtiya opozisyona Sûriyê di êrîşkirina ser Şêx Meqsûd de tê xuya kirin, ev hêz û bi alîgira dewleta Turkiyê dixwazin jiyana hevbeş ku li wê taxê pêkhatiye bi her awayî xirab bikin, lê bi berxwedaniya gelê me li wir û bi saya têkoşîna hêzên parastina gel wê hemû projeyên wan ên kirêt vala derkevin."
Rêvebera di TEV-DEM'ê Gulîstan Cafer ji Navçeya Şêrewa ev êrîş şermezar kirin û wiha got: "Gelê Şêx Meqsûd bi hemû pêkhateyên xwe ve jiyanekî hevbeş jiyan dikin, lê ev demeke ku bi êrîşên hovane dixwazin vê aramiyê bikujin û li şûna wê tevlîheviyekê ava dikin. Em ji bo vê yekê bang li hemû saziyên mafê mirovan dikin da ku bêdengiya heyî bidawî bikin û helwesta xwe li beramberî van kiryaran nîşan bidin."
Hevseroka TEV-DEM'ê li Navçeya Cindirêsê Fatma Hesen bang li welatên netewî kir ku çareseriyekê bilez ji vê rewşê re bibînin û wiha pê de çû: "Em wekî jinên Rojava berxwedana gelê me û hêzên parastinê li Şêx Meqsûd silav û pîroz dikin. Em ê heya dawiyê piştgiriya wan bikin û pîlanên dijmin vala derxînin."
Endama Kordînasyona Kongra Star Newroz Haşim derbarê van êrîşan de wiha got: "Her roj bi dehan sivîl li Şêx Meqsûd tên kuştin, gelo wîjdanê mirovahiyê li ku maye? Em bang li her kesê ku bikaribe van êrîşan rawestîne dikin da ku piştgiriya Tirkiyê ji van hêzan bisekinîne û gel li wir rizgar bike. Em hêvî dikin ku ji bo parastina sivîlan û dana alîkariyên pêwîst ji derman û xwarinê jî bi awayekî lez were dayîn."
(hs/rc)