'Divê perwerdehiya civakî li ser bingeha bîrdoziya azadiya jin bê dayîn'
09:17
Duygu Erol/ JINHA
AMED - Li Kurdistanê bi îlan kirina rêveberiya xweser re xebatên xweseriya demokratik jî hate dest pê kirin, gelê kurd li aliyekî li tax, navçe û bajarên xwe bi vedandina xendek û barîqatan parastina xwe ya cewherî dikin, li aliyê din jî xebatên wek çand, perwerdehî, aborî bi lez berdewam dike. Endama Meclîsa Dayimî ya KJA'ê Adar Şaman diyar kir ku ji bo civakê karê herî giring perwerdehiya civakê ye û wiha axivî: "Em armanç dikin ku perwerdehiya civakê bi birdoziya azadiya jinê, azadiya zarokan xwe bigihinini azadiya mirov û civakê."
Li Kurdistanê piştî îlan kirina rêveberiya xweser gelê kurd dibin parastina cewherî de dest bi înşaya nû kir. înşaya ku çarçoveya 9 xalan de pêk tê bi lez berdewam dike. Yek ji xalê rêveberiya xweser jî perwerdehiye, bi vekirina dibistanan re lez dan xebatên xwe. Endama Meclîsa Dayimî ya KJA'ê Adar Şaman di derbarê perwerdehiyê de agahî da û diyar kir ku ji bo civak xwe bibine û xwe biguherîne pêwistî bi perwerdehiyek bingehîn heye. Adar destnîşan kir ku ji bo çand, dîrok û zimanê gelê kurd ji bin hişmendiya dewleta tirkyê derkeve dê civakê perwerde bikin û xwe ji bin zordariya dewletê rizgar bikin. Adar got ku civat ji bo dibin bingeha çand û zimanê dewleta tirk rizgar bibe û xwedî li çand, ziman û dîroka xwe derkeve û wan bide jiyandin divê xwedi hişmendi bin.
Adar di berdewamiya axaftina xwe de got, "Em dixwazin ku bi birdoziya azadiya jinê zarokên azad ku di jiyanê de bi serê xwe bikaribin biryarên wek hevparî, azad û bixwe bawerî mezin bikin. Raste perwerdekirina civatê gelek zor e. Lê belê em bi xwe bawer in. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hemû parastinên xwe de dibêje 'ji bo dîrok, çand,nasname, ziman û altarnatîfên demokrasiyê pergalek nû bidin ava kirin' em vê esas digirin. "
'Em ê bi perwerdehiyê rêveberiya xweser bixin nav civakê'
Adar anî ziman ku civak encax xwe bi perwerdehiyê dikare xwe biguherine û wiha axivî: "Em perwerdehiya civakê gelek giring dibinin. Em heya niha ji aliyê perwerdehiyê ve gelek qels mane. Em zêde li ser rawestiyan. Civak, jin, zarok û ciwanan ji aliyê perwerdehiyê ve me giringi da wan. Lê tişta herî giring perwerdehiye. Îro me ji bo perwerdehiya civatkê gavek avêt. Ev jî ji bo xweseriya demokratik tista herî giring e. Em ê esareta 5 hezar salan bi perwerdehiyê tune bikin."
'Em dixwazin ku jin pêşeng bin'
Adar bilêv kir ku têkoşîna perwerdehiyê têkoşina herî zor û zehmet e û wiha berdewam kir: "Pergala perwerdehiya ku em ê bidin, bi temamî ji pergala kapîtalist û ya dewletê dur e. Kesên ku tevlî perwerdehiyê bibe dibe ku gelek zor û zexmetiyan jî bikişine. Em dixwazin ku hişmendiya pergalê ji holê rakin û perwerdehiya rastiya jiyanê bidin. Em dixwazin ku bi pêşengiya jinan vê perwerdê bidin."
(ho/rc)