Li Serhadê bi tepikên Ekolojîk zivistan derbas dibe

09:19

Vildan Atmaca- Nişmiye Guler/JINHA

WAN - Gelê Serhedê şewandina tepikan tercih dikin, hem ji aliyê aborî û hem ji aliyê ekolojî ve tepik ji bo şêwetê li Serhedê jênegere. Asiye Keleş sedema tercîha wan a ji bo şewata tepikan wiha anî ziman: "Em tepikan di biharê de çêdikin. Çêkirina tepikan zehmete jî, lê dema ku zivistanê sobe pê germ dibe wan zoriyan hemû ji bîra me dibe."

Gelê Serhedê tepikan hem ji bo aborî hem ji bo ekolojiyê tercîh dikin û zivistana demdirêj bi wan derbas dikin. Bi teybetî heremên bilind jin ajalên xwe 9 heyvan di şikeftan de xwedî dikin û li wir tepikan çêdikin. Ziblê heywanan li ser deverek duz tê rast kirin û li benda zuwakirinê tê sekinandin. Tepik bi qaliban şekil digre û piştre li baxçe li benda biharê tîrêjên rojê tên hiştin û zuwa kirin. Jinên Serhadê bi hatina biharê re dest bi çêkirina tepikan dikin û tepikan ji bo zuwa bibin li ber tîrêjên rojê dideynin. Asiye Keleş (52) a ji gundê Xesenebdel ya giredayî Geliyê Zîlana navçeya Erdîşa Wanê diyar kir ku ew 9 heyvan bi zivistanê derbas dikin û wiha behsa zehmetiya zivistanê kir: "Aboriya me kurdan bi qasî em bi tonan komirê bistînîn nîne, ji ber wê em li cihê komirê tepikan dişewitînin. Tepik bê mesref û aboriye."

'Çekirina tepikan zore lê bê mesrefin'

Asiye destnîşan kir ku ew bi hatina biharê û zivistanê dest bi çêkirina tepikandikin û wiha lê zedê kir: "Ez li gund ji dayîk bûm ji hinga tê bîra min ez tepikan çêdikim. Çêkirina tepikan zehmete lê bê mesrêfin. Em nikarin pera bidin bi komirê. Li Zîlanê zivistan demdirêje. Ger em tepikan çenêkin divê em neh heyvan komirê bistînin. Deh ton komir milyarek pere dike. Ji ber wê em bi derfetên xwe tepikên ku ji ziblê heywanan çêdikin. Şewitandina tepikan ji komirê hêsantire. Ji ber wê em tepikan tercîh dikin. "

'Em heya zivistanê tepikan çêdikin'

Asiye bilêv kir ku heya mirov ked û berxwedan nedê jiyan zehmete û wiha jiyana gunda vegot: "Dehata gunda nine. Em ji bo zivistanê li zozana amedekariyan dikin, em bi vî rengî jiyana xwe derbas dikin. Em tepikan zivistan û biharê çêdikin. Çêkirina tepikan ji biharê heya zivistanê berdewam dike."

(dt/zt)