Dayîka Uveyş li Rojava hate bîranîn

09:21

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Dayika Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan Uveyş Ocalan, di 24. salvegera wefata xwe de ji aliyê jinên Rojavayî ve hate bibîranîn.

DIRBÊSIYÊ

Li bajarê Dirbêsiyê li Navenda Kongreya Star bi tevlîbûna hêjmarek mezin yê jinan civînek hate li darxistin. Di civînê de li ser kesayet û jiyana Dayîka Uveyş hat axaftin hatin kirin. Bi dehan jin ji saziyên civaka sivîl û parastinê li navenda Kogreya Star kom bûn û li ser kesayet û rola Dayika Uveyş axaftin hatin kirin. Rêvebira Kongra Star a Bajêr Narvîn Xebat axivî û destnîşan kir ku Dayika Uveyş bi taybetmendiya xwe ya welatparêzî û hêrsa serketinê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan perwerde kir. Narvîn Xebat di dawî de jî got ku Dayika Uveyş nirxeke mezin ji bo gelê Kurde.

Di dawiya bîranînê de şêrînahî li jinan hate belavkirin.

TIL TEMIR

Li navenda Fikir û Ramana Azad ji bo bîranîna Dayika Uveyş bi beşdariya bi dehan jin, nûnerên rêxistin û saziyên bajêr sînevîzyonek bi navê 'Dayika Uveyş dayika me hemûyan e' hate temaşekirin. Beriya ku sînevîzyon were temaşekirin rêvebera Kongreya Star a bajêr Ronahî Tiltemir axivî û bandora Dayika Uveyş de pêşketina tevgera azadiya jinê de anî ser ziman û wiha got: "Rêbertiya me dibêje ku mamosteya min dayika min e. Em wek jin ger îro di asta azadiyê de pêş dikevin bi saya Rêber Apo û Dayika Uveyş e."

Paşê peyama Saziya Malbatên Şehîdan hate xwendin û sînevîzyona bi navê 'Dayika Uveyş dayika me hemûyan e' hate temaşekirin. Sînevîzyon biçepik û dirûşmeyên 'Azadiya Rêber Apo Azadiya me ye', 'Bê Serok Jiyan Nabe' hate berzkirin.

EFRÎN

Kongreya Star merasîmeke bîranînê li Kantona Efrînê li darxist. Di merasîmê de bi dehan ji şênî û nûnerên rêxistinan beşdar bûn. Hevserokên Meclîsa Rêveber a Kantonê Hêvîn Mistefa û Osman Şêx Îsa, hevseroka meclîsa zagonsaz Hêvî Reşîd û endama dîwana meclîsê Mûşîre Menla Reşîd, serokê desteya tendûrustiyê Xelîl Sîno, serokê têkîliyên derve Silêman Cefer, rêvebera Desteya Jin Fatma Litko û endamê Yekîtiya Karûbarên Olî Ebdulhemîd Qasim jî beşkdar bûn.

Bi ser navê Kongreya Star Dalya Henan axivî. Dalya jiyana Dayika Uveyş vegot û got dayika Uveyş pîroz e, ji ber Rêber Apo xelatî gelê Kurd û mirovahiyê kiriye. Dalya di dewama axaftina xwe de rewşa siyasî û herêmî nirxand. Merasîma bîranînê bi çepik û tilîliya dayîkan bi dawî bû.

(kom/rc)