'Bila tecrîta li ser Abdullah Ocalan bê rakirin'

09:26

JINHA

STENBOL - Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kılıç Koçyigit, di derbarê tecrîta giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de got: "Bila tecrîta giran li ser Abdullah Ocalan bê rakirin û bila dîsa vegerin çarêseriyê. Yên ser vê axê jiyan dikin tukes ji şerê tê jiyan kirin tiştek qezenc nake."

Salek zêdetire hevdîtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi malbat û parezeran re tê astengkirin. Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kılıç Koçyigit tecrîta giran a li ser Abdullah Ocalan nirxand û wiha got: "Bila tecrîta li ser Birêz Abdullah Ocalan bê dawî kirin û bila dîsa pêvajoya çareseriyê destpêbike. Tecrîta li ser Abdullah Ocalan perçeyek ji şerê ku li Kurdistanê tê jiyandine. Tecrîta li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin nedi hiquqa navnetewî û ne jî di hiquqa mirovan de heye. Ev salek hehtire hevdîtina malbat û parezeran bi Abdullah Ocalan re tê astengkirin."

'Tukes ji şer tiştek qezenç nake'

Gulistan diyar kir ku bivê tecrîtê ew baş dizanin ku niyeta hikumetê ya aştiyê tuneye û wiha berdewam kir: "Daxwiyaniyê alîgirê hikumet û partiyên nêzî hikumetê ku gotin; 'Kevir ser kevir, serî li ser bedenê nehêlin' hatin kirin, ev niyeta hikemetê nîşan dide. Lê belê alîgirê hikumetê tiştek fêmnekirine û divê fêmbikin çareseriya kurdan bi şewitandina bajaran û qatilkirina mirovan nabe. Ji ber vê divê di heman demê de tecrîta li ser Rêberê PKK'ê Birêz Abdullah Ocalan dawî bibe û carek din çareserî li ser masê were pêşxistin. Ji vî şerê ku li ser axa Kurdistanê tê jiyandin tiştek nayê qezanç kirin."

(dt/zt)