Jinên Sûryanî: Em dev ji dêr û warê xwe bernadin

09:47

JINHA

AMED - Jinên Sûryanî bertek nîşanî desteserkirina cihên dîrokî ên navçeyê Surê dan û wiha gotin, "Dewlet çewan ku Kurdan qetildike û bişavtina wan esas digre, me jî wiha tine hesab dike. Li hember kêm netew ji xwe polîtîkayê tûne kirinê her dem di dewrê de ye. Em dev ji dêr û warê xwe bernadin.

Piştî Lijneya Wezîran der barê navçeyê Sûra Amedê de biryara "Îstîmlakkirina bi lezgîn" da navçe hîn zêdetir bi tehlûkê re rû bi rû maye. Li navçeyê di derbarê dêrên dîrokî mîna Dêra Ermenî yê Surp Gîragos, Dêra Ermenî yê Surp Sarkis, Dêra Keldanî, Dêra Katolîk ya Ermenî, Dêra Dayîka Meryem yê Sûryanî û Dêra Protestan jî di navde ku berî niha hatibûn nû kirin de jî biryarê desteserkirinê hatî standin. Piştî ku biryarê desteserkirinê hat girtin bertek ji netewên kêm jî hat. Yek ji van jinan Şamîra Ezîlmez yê ku cih di Camaata Sûryaniyan de digrê ye. Şamîra yê ku her Yekşem tevlî îbadeta Dêra Dayîka Meryem yê Sûryanî dibe bertek li hember desteserkirinê nîşan da.

'Bê guman em dixwazin îbadetên xwe bikin'

Şamîra nerazîbûn nîşanî desteserkirina cihên dîrokî da û wiha got, "Divê ji bo yekîtiya gelan qad bên avakirin. Ev jî divê mafê û azadiyê ziman, netew û ol hebe. Li vir mizgeft û dêr hene û divê wiha jî dewam bike. Em zerarê nadin mizgeftan, lê belê tên zerarê didin dêrên me û dagir dikin. Em dixwazin wek berê bê guman îbatetên xwe bikin." Şamîra da zanîn ku divê dewlet rengên cuda ên civakê nasbike û wiha domkir, "Bi çewsandina netewên kêm dê tiştek bi dest nexin. Ji xwe ji dîrokê heya roja îro di şertên zehmet de em îbatetê dikin. Niha pevçûn qedî lê vê carê dest datînin ser cihên me ên îbadetê. Di encama şer de cihên me ên îbadetê zerar dîtin her wiha dêrên me vegûherandin biryargeha leşkerî. Bi sayê olê xwe em nefesê distînin. Dewlet çewan ku Kurdan qetildike û bişavtina wan esas digre, me jî wiha tine hesab dike. Li hember kêm netew ji xwe polîtîkayê tûne kirinê her dem di dewrê de ye. Em dev ji dêr û warê xwe bernadin."

'Li dêrê bîranînên me hene'

Şîmenî Akbulut jî wiha got, "Ew nikarin dêrên me ji destên me bigrin. Wir ne tenê cihê îbatedê ye di heman demê de cihê nirx, çand û dîroka meye. Wekî gelên kêm netew ligel her tiştî me dexwaza aştî kir. Her dem me tune hesab kirin û xwestin me bikin wek xwe. Pêdiviyê me ji xwe bi wan nîne. Lê dixwazin dêrên me ji dest me bigrin. Em ê destûrê nedin vê yekê."

(rc)