Li hember polîtîkayê koçberiyê a dewletê di kon de berxwedide
11:57
Bêrîtan Elyakut - Şehrîban Aslan/JINHA
AMED - Hikûmeta AKP'ê polîtîkayê koçberkirina gel li navçe û bajarên Kurdistanê xistiye dewrê. Niştecihê Surê Fatma Dinler ji ber êrîşê hêzê dewletê neçar ma derbasî navçeyê Rezana Amedê bû. Piştî ku li navçeya Rezanê jî şer derket Fatma li ser riya Erxenî ya Amedê kon veda û bi biryara ku koçî bajarên tirkan neke.
Piştî li herêmên Kurdistanê rêveberiya cewherî hat îlan kirin, êrîşên hêzên dewletê zêdetir bûn. Di encamê êrîşê hêzên dewletê de li Farqîn, Sur, Silopî, Cizîr, Hezex û Nisebînê malê welatiyan hat xirab kirin û şewitandin. Yek ji navçeyên ku gel neçar ma ji ber êrîşên giran terk bikin navçeya Surê ye. Gelek welatî ên ku ji ber êrîş û qedexeya ser Surê derbasî navçeya Rezana Amedê bûn. Piştî ku hêzên dewletê li navçeyê Rezana Amedê di 14'ê Adarê de qedexeya derketina kolanan îlan kir, gelek welatî bi zehmetiyên mezin re rû bi rû man. Fatma Dinler (44) ya ku ji Surê ji ber polîtîkayê dewletê koçkirî diyar kir ku ew ê ti car neçin bajarê Tirka û wiha berdewam kir, " Ez ji Surê hatim Rezanê, lê ji ber ku li Rezan jî qedêxe hat îlan kirin, neçar man li ser riya Erxeniyê kon veda. Min li nav erse vala ya TOKÎ yê de konê xwe danî."
'Li hember polîtîkayên koçberiyê a dewletê min kon veda'
Fatma destnîşan kir ku ji ber 5 zarokên wê bi çûk hene ew neçar maye ji Surê derê û wiha domkir, "Li her derî pevçûn hebûn. Ji ber vê gel berê xwe dan navçeya Rezanê. Piştî qedexe li Surê rabû gel carek din berê xwe dan Surê. Lê cihek ku ez biçimê nîne, ji ber vê min jî li hember polîtîkayê koçkirinê kon veda û wiha jiyana xwe berdewam dikim. Xwediyê xaniyan piştî êrîş û koçberî çêbûn kiryê malan bûha kirin. Ji ber em di warê aborî de zehmetî dikêşin, neçar man kon vedin û wiha bijîn. Her deverê Amedê bûye beton di konê jiyan kirin hindek be jî em ji betonan dûrin."
'Ji eksa rojê nexweş em ê hêviyê aştiyê xurt bikin'
Fatma anî ziman ku ew ê li nav araziya vala jiyanek ekolojî avabike û wiha pêde çû, " Ez di demek nêzde li nav araziyê fêkî û sebze biçînim. Gava fêkî gihişt ez ê li bazaran bifiroşim û bi vî rengî aboriya mala xwe pêşwazî bikim. Li şûna ku em li kolanan şerpeze bibin, em ê di kon de jiyanek xwezayî bijîn. Piştî van êşên ku me kişandine em aştiyê dixwazin. Me rojên zehmet derbaskirin lê ji eksa rojên nexweş em ê hêviyên aştiyê xurt bikin. Ma qey heya kengî xwîn dê biherike? Em êdî naxwazin xwîn birije. Bila aştî çêbibe em razîne ku di kondê bijîn."
'Em axê xwe terk nakin û naçin bajarê Tirkan'
Fatma da zanîn ku êrîşên dewletê bi hovane pêk tê wiha dawî li gotina xwe anî, "Kurd di salên 90'an de hatin koçberkirin û di 2016'an de jî heman tişt berdewam dike. Di salên 90'an de gelê Kurd koçî metrepolên Tirkiyê kiribûn. Îro dewlet bi çav tirsandinê û qatlîama dixwazê me ji warê me bide koç kirin. Em gelê kurd ne kurdê berê ne. Em axa xwe terknakin û naçin bajarên tirkan. Em ê li van araziyên vala berxwedana jiyanê bidin. Tu kes nikare kurda ji axa wan derxe. "
(dt/rc)