Nûçegihanên DÎHA'yê hîna li TEM'ê tên ragirtin
12:14
JINHA
MÊRDÎN - Nûçegihanên DÎHA'yê Meltem Oktay û Ugur Akgul ên ku li Nisêbînê bi darpkirinê hatine binçavkirin, tê payîn ku sibê derkevin pêşbirê dozgeriyê.
Nûçegihanên DÎHA'yê Meltem Oktay û Ugur Akgul ên ku li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê geşadanên diqewimin dişopandin di encama serdegirtina malê de hatibûn binçavkirin. Meltem û Ugur hîna li Midûriyeta Şaxa TEM'ê yê Nisêbînê tên ragirtin. Meltem û Ugurê ku ji aliyê tîmên taybet ve hatine darpkirin mafê xwe yê bêdengiyê bikar tînin. Tê payîn ku sibê nûçegihan derên pêşbirê dozgeriyê.
Hîna hinceta binçavkirina Meltem û Ugur çiye nayê zanîn.
(rc)