Şaredariya Payîzava sabûn li zarokan belav kir
13:38
JINHA
WAN - Şaredariya Payîzava ji bo zarokên dibistana dayîkê agahiya paqijiyê biwan bidin nasîn li zarokan sabûn belav kirin.
Şaredariya Payîzava yê Wanê xebat û pirsgirêkên gel yek bi yek çereser dike. Hevşaredara Payîzava Yildiz Çetîn li navçeya Payîzava li dibistanên dayîkan bi zarokan re civiyan. Di derbarê tenduristî û paqijiyê de agahî ji zarokan re hat dayîn, sabûna ku li Kooperatîfa Jinan Xevesor ya giredayî şaredariyê çêdikin li zarokan hat belav kirin. Yildiz li dibistanê daxuyanik kin da û da zanîn ku hînbûna di temenên biçûk bandorê li tevahî jiyanê mirov dike.
Yildiz diyar kir ku wan xwestiya bi vî rengî balê zarokan bikêşin ser paqijiyê û wiha domkir, "Di temena piçûk de zarok hertiştî zûtir digrin. Ji ber vê me wan hînê agahiyên tendûristî kir. Paqijî ji bo zarokan gelek girînge. Xebatên me yên di derbarê zarokan de wê berdewam bikin. Ji bo me ya girîn ew e ku ev sabûnê ku li zarokan hatine belav kirin, bi keda jinên kooperatîf hatiyê çekirin. Armanca me ew e ku em hilberîna sabûnê zêdetir bikin û bi giştî Xevesor wek marqeyekî li navçê belav bikine."
(dt/rc)