'Jinên azad ji bo desthilatdariyê tehlûkeyek mezin nîşan dide''

14:28

JINHA

MÊRDÎN - Aktîvîstên KJA' yên li Mêrdînê ji bo şermezarkirina operasyonên qirkirina siyasî daxuyaniyek dan çapemeniyê û destnîşan kirin, ku ew ê bexwedana xwe ya azadiyê xurtir bikin.

Bi armanca şermezarkirina binçavkirina endam û rêveberên KJA û Yekîtiya Rêveberiyên Herêmî ya DBP'ê, aktîvîstên Kongreya Jinên Azad (KJA) ên Mêrdînê li ber avahiya DBP'ê ya Mêrdînê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di dema dayîna daxuyaniyê de Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim, Hevşaredara Bajarê Mezin ê Mêrdînê Febrûniye Akyol Akay, Hevşaredara Artûklû Sevînç Bozan û gelek pêkhateyên KJA'yê amade bûn.

Li ser navê pêkhateyan Berfîn Ozturk daxuyanî da û anî ziman ku bêyî hincetek bê nîşandan li avahiya wan a li Amedê 6 hevalên wan û gelek rêveberên partiyê hatine binçavkirin û girtin. Berfîn da xuyakirin, ku ew ê vê bêhiqûqiyê û zîhniyeta dixwaze jinê teşhîr bike, qebûl nekin û got, "Bi dirûşma jina berxwedêr, jina azad e', em ê ti carî netirsin, têk neçin û roj bi roj bêhtir bi xurtî li berxwedana xwe ya azadiyê xwedî derkevin. Jinên azad ji bo desthilatdariyê tehlûkeyek mezin nîşan dide."

Daxuyanî bi çepika jinan bi dawî bû.

(rc)