Topbarana çeteyan yê li hember Şêx Meqsûd despêkir

17:52

JINHA

HELEB – Komên çeteyan ên girêdayî opozîsyona Suriyeyê, dîsa bi gazên kîmyewî êrîşê taxa Şêxmeqsud dikin. Di encama topbaranê de 6 kes birîndar bûn.

Li gorî nûçeyê ANHA'yê komên çeteyan ên girêdayî opozîsyona di saet 16.45'an de êrîşê Taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê kirin û cardin çekên kîmyewî hatî bikar anîn. Ligorî agahiyên ji nûçegihanên taxê hatî girtin di êrîşan de gazeke bi rengê zer ku bêhna nexweş jê tê hatiye bikaranîn û 2 welatî bi jehrî ketine. Nûçegihanên ajanse ANHA'yê jî, di bin bandora gazê de mane. Her wiha ji ber êrîşan 4 welatî jî bi perçeyên bombeyan birîndar bûn.

Topbarana çeteyan didome.

(rc)