Hem jinan perwerde dikin hem pirsgirêkên wan çareser dikin

09:00

Fîdan Rêzan/JINHA

EFRÎN - Navenda Jinê ya Zanist û Perwerdê hem jinan perwerde dike hem jî hewl dide pirsgirêkên wan çareser bike.

Li Rojavayê Kurdistanê bi despêkirina şoreşa gel re jin pêşengiya têkoşîn û xebatê înşayê kir û li tevahî qadên jiyanê rêxistinbûna xwe avadike. Jin bi taybet bi avakirina pergala jiyana demokratîk li hember zîhniyet û kevneşopiya desthilatdariyê têdikoşin. Jinên ku rastê zilm û zordariyê tên, an jî dibin qurbaniya kevneşopiyên civakî, serlêdana saziyên jinê dikin û pêvajoya parastina mafên xwe didin destpêkirin.

Yek ji van saziyên ku ji bo jinan kar û xebatê dide meşandin Navenda Jinê ya Zanist û Perwerdê ye. Navenda Jinê ya Zanist û Perwerdê hem jinan perwerde dike hem jî pirsgirêkê wan çareser dike. Rêveberiya Navenda Jinê ya Zanist û Perwerdê Hemîde Mihemed derbarê karên saziyê de wiha axivî, "Em di serî de jinan perwerde dikin ku nebe mexdûrê zilm û desthilatiya zilam. Gelek jinên ku dibin maxdûrê êrîşê û hayê wan ji me nîne hene. Jin saziyê jinan wek navenda çareseriyê dibînin û serî li navendê didin."

'Em rojane rastê êşê jinan tên'

Hemîde Mihemed kar û xebatên saziya xwe ya sê mehên dawiyê jî ji me re wiha vegot, "Di sê mehên dawî de, nêzî 50'î pirsgirêkên berdanê û yên malbatî hatine ber destên me. Ji wan pirsgirêkan 18 çareser bûn. Me 8 doz radestê Dadgeha Gel kiriye. 3 doz ji bo Asayîşa Jinê hatin şandin. Pirsgirêka jineke ji El Şehba jî hebû, me ew doz ji bo Meclisa Rêvebirina Heremên El Şehba şand. Hîna jî 19'e pirsgirêk di nava nîqaş û lêgera çareseriyê de ne." Hemîde wiha pêde çû, "Di civaka me de hîn jin rastî tund û tijiyê tê, em her roj di nava karê xwe de bûyerên bi vî rengî dibînin. Ez dixwazim di vir de mînakê dozekê bidim. Jina bi navê Y. E piştî ku dizewice rastê îşkence û zordariyek mezin tê. Di dawiyê de serdana me kir û em li ser sekinîn. "

'Min tu çare ji bilî Navenda Jinê ya Zanist û Perwerdeyê ne dît'

Jina bi navê Y.N. ya ku rastî şîddetê hatî bêy ku destûr bide wêne û dîmen kêşanê wiha qalê bûyerên ku nava jiyanê de rastî tê kir, "Ez 8 sal berê di temenê 17 salî de bi zilamekî ku ji min 40 salan
mezintirbû re zewicîm. Ji despêka zewaca me hevjîn min bi min re nebaş bû Tenê ji bo şehweta xwe ya zayendî min wekî amûrekî bikar dianî. Ji bo wê di destpêka zewaca me de ez bi zor birim cem bijîşkê nexweşiyên jinan û malzaroka min jêkir. Piştî wê bi demekê hevjînê min biryar da ku em bi hev re biçin Tirkiyê û ez li wir kar bikim û peran jê re kom bikim. Em çûn Tirkiyê û min li atolyeyeke cildirûnê kar kir, lê hevjînê min li mala ku min bi pereyên keda xwe kirê kiribû dirûnişt û bêkar dima."

Y.E da diyarkirin ku piştî sê salên li Tirkiyê ku bi tena serê xwe kar dikir ew û hevjînê xwe vegeriyan Kantona Efrînê û wiha dom kir: "Piştî ku min bi tena serê xwe 3 salan li Tirkiyê kar kir, ez û hevjînê xwe vegeriyan Kantona Efrînê û bi pereyên keda min me malek ji xwe re girt. Lê hevjînê min tevî her tiştî dev ji zilm û zoriya ku li ser min dida meşandin berneda, êdî gihişte asta ku min ji malê derxe û li ber deriyê malê razîne. Wê demê êdî min ti çare ji bilî Navenda Jinê ya Zanist û Perwerdeyê nedît."

'Em dixwazin ji pirsgirêkên jinan re çare bibînin'

Rêvebera Navenda Jinê ya Zanist û Perwerdê Hemîde wiha qala Y.E'ê kir, "Dema Y.E hate navendê şopa lêdan û îşkencê li ser laş û rûyê wê xuya dikir. Navenda me ji bo dîtina çareseriyekê kete nava hewildanê. Di dawiyê de pirsgirêka wê jinê ji bo Dadgeha Gel hate şandin û bi berdanê bidawî bû."Hemîde di dawiya axaftinên xwe de wiha got: "Em dikarin bêjin ku 50 pirsgirêkên ku di hersê mehên dawî de radestî me bûne bi êş û zoriya xwe ne kêmî pirsgirêka Y.E ne. Ji bo wê yekê em wekî Navenda Jin a Zanist û Perwerdê bi rêya perewrdeyên fikirî û nîqaşên bi jinan re dixwazin van pirsgirêkan bidawî bikin û çareseriyeke bilez ji bo wan peyda bikin."

(hs/rc)