Bi berhemên xwezayî 25 sale çanda xwedevandiyê dide jiyandin
09:02
Filîz Zeyrek/JINHA
EDENE - Mediha Sevil li kolanên Edenê berhemên xwezayî difiroşe û bi berhemên xwe gel derman dike û debara xwe pêk tîne.
Mediha Sevil a ku li taxa Yuregira girêdayî gundê Kokluca ya Edenê jiyan dike, wekî ku çanda xwedevendiyê bi berhemên xwazayî şîfa hilberînê bike ye. Serdema kaptalîzmê de ku her tiştî dervî xwezayê pêk tîne, Medîha bi kedê destê xwe hilberîna xwezeyî peynîr û zeytûna çêdike û 25 salin ji gelê Edenê re bûye derman.
'Ez maddeyên cuda naxebitînim'
Mediha 25 sale hilberînên berhemên xwezayî ên mîna Zeytun û peynîr û reçelê çêdike. Mediha got ku ew bi berhemên xwezayî hem tenduristiya gel diparêze, hem jî aboriya mala xwe pêşwazî dike û wiha berdewam kir, "Berhemên li ser dezgihên me tev berhemên keda destê min in. Ez çend cûreyê li gorî çanda Antakya peynîr, nîvişk, zeytûnên şîn û seytê zeytûnan çêdikim. Li gorî hemû gundê Edenê peynîr çêdikim. Ez bi sebir, berhemên destê xwe bi rojan çêdikim."
Mediha diyar kir ku berhemê bi destê jinan bê çêkirin bi sûde û wiha dawî li gotinên xwe anî, "Ez 7 salî bûm min gelek zehmetî kişand, lê min xwe muxtacê tu kesî nekir. Jin gelek bi hûnerin û serkeftîne. Ez bangî jinan dikin aboriya xwe bi xwe pêşwazî bikin."
Berhemên xwezayî a Mediha li ser sifreyên cotkar û profesoran tên dîtin.
(dt/rc)