Weşanxaneya Aram wê li sê bajaran fuara pirtûkan li dar bixe

09:03

JINHA

AMED - Weşanxaneya Aram ji 16'ê Nîsanê û pêve li pay hev dê li Wan, Îzmîr û Amedê fuara pirtûkan pêk bîne. Têkîldarê panelên ku wê di fuarê de bên li darxistin de Edîtora Weşanxaneya Aramê Zozan Ozkeskîn banga tevlîbûna fuarê li tevahî welatiyan kir û wiha got, "Em ê di fuarê de panêlên têkîldarê rojnamegerî, weşana Kurdî, Êzidî û Jineolojî de li darbixin."

Weşanxaneya Aram yê ku her sal li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyê fuara pirtûkan li dar dixe, îsal jî dê li sê bajarên mezin bi xwendekarên xwe re were gel hev. Fuara ku wê di 16'ê Nîsanê de li Îzmîrê despêbike, di dawiyê Nîsanê de li Wanê û heyva Gulanê de jî wê li Amedê pêk were. Di fuara ku wê li sê bajarên mezin de bê li darxistin de wê danasîna 300 pirtûkan bên kirin. Ligel danasîna pirtûkan wê panel di çerçoveya fuarê de bên pêk anîn. Mijarên panelê wê Jineolojî, weşana Kurdî, Êzidî û rojnamegerî be. Edîtora Weşanxaneya Aramê Zozan Ozkeskîn têkîldarê fuarê diyar kir ku sala borî eleqeyek mezin hember fuarê hatî nîşandan û got di vê çerçoveyê de dexwaz ji bo fuarê zêde bûne.

Bi fuarê re em ê 4 panêlan jî li dar bixin'

Zozan da zanîn ku Aram her sal fuara pirtûkan li dar dixe û wiha got, "Em ê li 3'ê bajarên mezin fuar li darbixin. Bi fuarê re em ê 4 panêlan jî li dar bixin. Di panêla yekem de ku wê Ayşe Berktay tevlî bibe wê Jineolojî bê dayîn, panêla 2. rojnamegerî ku wê Hûseyîn Aykol tevlî bibe, panêla 3. wê li ser weşana Kurdî be û panêla 4. jî wê li ser Êzidiyan be ew jî Parlementera HDP'ê ya Amedê Feleknaz Uca dê beştar bibe." Zozan diyar kir ku sala borî eleqeyek mezin li hember fuara pirtûkan hatî nîşan dan û got ew amdekariyek berfireh kirine.

'Bi 300 pirtûkên cuda em tevlî fuarê dibin'

Zozan destnîşan kir ku fuar ji bo xwendekaran dibe avantajek mezin û wiha pêde çû, "Sûdên fuarê ew e ku em dikarin xwe bighînin gelek bîrdozî û komên cuda. Eleqeyek mezin li hember fuaran heye ew jî piranî ciwanin. Li hember parêznameyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Seta Akademiyên Zanista Civakî û Sakîne Cansiz zêdeye. Di fuara îsal de li gorî salên borî 50'î pirtûkên cuda û nû hene û em ê bi 300 pirtûkên cuda tevlî fuara îsal bibin." Zozan di dawiyê de jî wiha got, "Em bendê eleqeyên mezin ên jin û ciwanên ku her sal me bi tenê nahêline."

(ho/rc)