Henife: Ez û 6 zarokên xwe ketin destê çeteyên DAIŞ'ê

09:05

Delila Axin - Hewlêr Şahîn/JINHA

ŞENGAL - Hanife Mehel Heso a ku ji destê çeteyên DAIŞ'ê rizgarbûyî got: "Bi giştî 14 zilaman ez firotim hevdu. Her yek li gorî xwe jin di firotin hevdu. Hemu tişt di anin serê me. Hema min destê zarokên xwe girt û çum malekê û ji wan re got; 'Min xwe avêtiye bextê we hûn bi min re bibin alikar û Min bigihînin YPG'ê' wele malik bi min re bu arikar û em gihandin YPG'ê."

Di fermana 73'an a ser Şengalê de gelek mirov hatin qetilkirin û gelek jî ketin destê çeteyên DAIŞ'ê. Jinên ku ketin destê DAIŞ'ê li bazarên koleyan hatin firotin. Hîna gelek, tayîbetî jî gelek jin di destê çeteyan de tên girtin. Di van demên dawiyê de bi rizgarkirina navenda Şengalê û gundên derdorê re gelek mirovên di destê çeteyan de hatin rizgarkirin. Herî dawî jî di operasona rizgarkirinê de malbatek ji aliyê YPG'ê ve ji destê çeteyên DAIŞ'ê hat rizgarkirin. YPG'ê malbata radesti Sinînê ya Şengalê kirin. Di nava malbatê de jina bi navê Henife Mehel Heso serpêhatiya xwe ya dema di destê çeteyan de vegot.

Henife wiha axivî: "Ez ji gundê Koçu me, dema fernan çêbû me hewil dida ku em xwe xilas bikin. DAÎŞ'ê em li Şengalê girtin. Dema em girtin, em berdan, em reviyan carek din pêşî li me girtin û em ketin destê wan. wê demê hevjînê min xwe xilas kir, em yên din di destê wan de man. Despêkê kesên temen mezin û yên nexweş ji me veqetandin birin Eqdê. Em 2 şevan li Şengale heştin, em pir kesbûn hevjinê min xwe xilaskir. Ez bi 4 keç û 2 lawikên xwe ve di destê çeteyan de man. 2 şevan em li Şengalê hêlan, piştî wê em birin Tileferê li wir 4 keçên min ji min girtin û birin. Niha 2 li Musilêne, 2 li Tileferê ne. Em 5 şevan li wir jî hiştin, em xistibûn dibistanê kêde. Paşê em birin gundê Bûdûs, em heftiyekê li wir ji man. Carek din em vegerandin Tileferê, em nêzî 15 roja li wir man. Paşê em birin gundê Kesirmahram, em 5 mehan ji li wir man. Piştî wê em birin Musilê, em mehekê li wê man."

'Her yek em difirotin yekî din'

Henife da zanîn ku despêkê zilam û paşê jî heya zarokên 7 salî jî ji wan veqetandin û birin û wiha domand: "Em dîsa birin Tileferê gundê Haynirxidir, li wê ser malan belav kirin û zilam ji me veqetandin. Em birin hewşek mezin zarokên 7 salî jî, ji me qût kirin. Em kirin 2 gûrûb, bi zorî zarokên me ji me sitandin. Ji ber ku jin li ser zarokên xwe giriyan, bi daran li wan xistin heya serê wan şikandin. Ji mere gotin; 'Xwe amedekin em we derbasi rojava bikin.' Em şevek û rojek di rêde man me rê nas nedikir. Di gotin; 'Evder Reqaye.' Em xistibun xaniyek bin erd, taribu tenê ronahiyek bûçûk hebu. Hatin navê me nivîsandin. Em her 10 jin û zarok kirin xaniyekê de. Me ji wan re got; 'Yan me ji vir derinin, yan ji me hemûyan bi carekê de bi kûjin.' Em mehekê li wir jî man. Paşê em birin cihek din nava malek mezin yekê ji wan ji me re got; 'Ez navê kê buxinim bila rabe ser xwe min hun hemu kirîne.' Li hewşek mezin nezî 100 zilaman li ser kûrsiyan runiştibûn. Her yek ji me tevli zarokan, desmal û cilên me ji me dikirin em dibirin li peşiya wan zilaman di gerandin û di got; 'Ev yên firotinê ne ki wan bikire.' Her zilamekê malbatek ji xwe re girt û çu. Zilamekê em ji xwe re birin. Ez demekê li cem wi mam. Wî ji min re got; 'Xwe amedeke min tu firotiyê yekî, ez birim otogarê li wê teslîmî yekî kirim. Dema em diçu DAIŞ'ê em di rê de girtin birin zindanê. Di girtîgehê de ji min re gotin; 'Tu li cem vi çi dikê, ev mirovekî normale medeniye.' Min got; 'Ez nas nakim her yek ji we me di firoşe yekî din.'"

'Min hêvî ji malbatekê kir ku min bigihîne YPG'ê'

Henifa destnîşan kir ku ew û du kurên xwe girtin girtîgehê û wiha berdewam kir: "Ez û 2 kurên xwe demekê di zindanê de man. Gelek jin li wir hebun jinan zindan qulkirin, me hewlda ku xwe rizgarkin. Em di rê de girtin got hûn kine biçin kûderê, me got; 'Em biçin gundekî' gotin; 'Ka nasnemên we' me got nine. Ji ber nasneme li cem me tûnebûn carekdin em girtin birin zindanê. Zilamek bi navê Ebu Faruk hat ez ji wir kirîm birim cem xwe. Carna diçu 10 rojan ne dihat malê, paşê demekê çu nehat malê. Min dît hevalekî wi hat ji min re got; 'Ebu Faruk çubû şer hatiye kuştin tu emantî min kiryê.' Wî ez û 2 zarokên min em birin mala hevalekî xwe. Jinek ji gundê Dugurê bu, ew jî li wirbu. Ez 15 rojan ji li wir ji mam. Bi giştî 14 zilaman ez firotim hevdu. Wi zilamî ji min re got ez herim xarin ji were bînim, ji xwe heqaretên pir mezin li jinan dikirin. Her yek li gorî xwe jin di firotin hevdu. Hemu tişt di anin serê me. Hema min destê zarokên xwe girt û ez çum malekê, min ji wan re got; 'Min xwe avêtiye bextê we hûn bi min re bibin alikar.' Min hal û mesela xwe ji wan re got, min, ji wan re got; 'Min bigihînin YPG'ê' wele malik bi min re bu arikar."

Henifa sipasiya YPG'ê kir û wiha dom kir: "Bi rastî Hevalên YPG'ê pir min û zarokên min re bûn alikar, ez sipas ya wan dikim. Ez deyindarê wana me, ez ti carî vê başiya wan ji bîr nakim. Ez hevîdarim ku ewê her dem bi serkevin û DAIŞ wê bin bikeve. Niha jî bi hezaran jin û keçên me yên ciwan di destê wan dene, ez bi hêvime ku hêzên YPG, YPJ, YBŞ û YJŞ wan jî rizgar bikin. Ez carek din ji bo Hevalan spas dikim."

'Serketin her ya hevalane'

Hevjinê Henife Hemîd Muran jî ji bo rizgarkirina malbata xwe wiha axivî: "Ji xwe em wek gelê Êzidî di fermanek giran re derbas bûn. Gelek mirovên me hatin kuştin, hinek ji wan jî bi saxi ketin destê DAIŞ'ê. Ev yek ji bo me gelek girane, me gelek êş azar jiyan kirine. DAIŞ dixwest dawî li gelê Êzidî bine, me bê mirov û bê çand bihêle; lê bi saya PKK'ê em hatin rizgar kirin. Ne ji wan bana belkî yek ji me ne dima. Ez sipasiya Hevalan dikim ku malbata min ji destê DAIŞ ê rizgar kirine. Dîtina hevjin û zarokên min ji bo min kefxweşiya herî mezine. Ez hêvîdarim ku ewê mane jî wê werin rizgar kirin û her dem serkeftin ya Hevalane."

(zt)