Jinên Rojava berxwedana Nisêbînê silav kirin
09:05
Şînda Ebdullah/JINHA
DIRBÊSIYÊ - Jinên Rojava berxwedana şervanên YPS-YPS-JIN yê li hember artêş û dewleta Tirkiyê silav kirin û gotin çewan Kobanê bi ser ket ew ê berxwedana li Bakûrê Kurdisan jî bi ser bikeve.
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê, ku êrîşên qirkirinê û berxwedana gel a li hemberî van êrîşan di roja 31. de ne, di navbera hêzên dewleta Tirk û endamên YPS/YPS-JIN de şer diqewime. Hêzên dewleta Tirk ên bi rojan e nikarin bi pêş de biçin û gelek wendahî didin, xaniyê welatiya hildiweşînin û dişewitînin. Jinên Rojava ên bajarê Dirbêsiya Kantona Cizîrê berxwedana şervanên YPS-YPS-JIN silav kirin û gotin ku ew piştgirî didin berxwedana bakûrê Kurdistanê.
'Dewleta Tirk bi planên qirêj êrîşê nirxên gel dike'
Endama Şaredariya Gel a bajarê Dirbêsiyê Şaha Mihemed êrîşên dewleta Tirkiyê ku li ser Bakûrê Kurdistanê bi taybet Nisêbînê, şermezar kir û wiha got: "Careke din dewleta Tirk bi planên qirêj êrîşî nirxên gelan dike. Dîsa li Bakurê Kurdistan bi topan êrîşî gelê sivîl dike. Herî dawî berê xwe daye bajarê Nisêbînê û li wir li ber çavên hemû cîhanê gelê sivîl qetil dike û malê wan xirab dike. Divê em hemû bertekê li dijî vê yeke nîşan bidin. Ji ber ku îro li bajarên Bakûrê Kurdistanê komkujiyên hovane tên kirin."
'Em mînakên qehremantiyê dibînin ku dîrok dê wan ji bîr neke'
Endama Dîwana Edaletê Ebîr Hadî jî diyar kir ku armanca dewleta Tirkiyê bi van êrîşan ew e ku gelê Kurd tune bike û wiha pê de çû: "Di nav bêdengiya hemû cîhanê de, li Bakurê Kurdistanê gelê kurd bi awayeke hov tê kuştin, bi her awayî Tirkiyê dixwaze ku vîna gel li Bakûrê Kurdistanê bişkîne û ji doza wê paşde vegerîne. lê her kêliya berxwedanê ku li wir derbas dibe em mînakên qehremantiyê dibînin ku dîrok dê wan ji bîr neke. Em berxwedana li bakûrê Kurdistanê silav dikin."
'Asta têkoşîna gelê Kurd kêm nebûye'
Endama Kargeha Çandiniyê Cîhan Erebo jî derbarê berxwedaniya gel li Bakûrê Kurdistanê wiha got: "Gelê kurd tevî hemû êrîşên ku ji aliye Tirkiyê ve li ser tên meşandin hîn jî asta têkoşînê kêm nekiriye. Berovajî wê keç û xort berê xwe didin çeperên parastina sivîlan û li hember hovîtiya dewleta Tirkiyê, bi şêweyeke bêmînak gelê xwe diparêzin. Em hêvî dikin ku cîhan tevahî ji vê bêdengiyê derkeve û kiryarên Tirkiyê ku li ser sivîlan pêk tîne, bibînin. Çewan Kobanê bi serket ew ê berxwedana li bakûrê Kurdistanê jî bi ser bikeve."
(hs/rc)