Meral Daniş: Bila Sema Ramazanoglu wê qoltixê dagir neke
10:56
Filîz Zeyrek/JINHA
EDENE - Meral Daniş Beştaş bertek nîşanî gotinên Wezîra Polîtîkayên Malbatî û Civakî Sema Ramazanoglu ya ku îstîsmara zayêndî rewa dike û wiha got, "Li cihê ku weqfê diparêze bi gotinên xwe bila îstîfa bike û wê qoltixê dagir neke. Wekîlê ku wê pîrozdikin diyara ku Ensar Vakfê û dibin hevkarê wê sûcê."
Parlementera HDP'ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku îstîsmarên zayendî ên ku li Ensar Vakfa Karamanê pêk hatî hikûmet diparêze. Meral destnîşan kir ku divê komîsyonek ji bo darizandina sûcdaran bê avakirin û ji bo parastina zarokan zagonên bingehîn bên derxistin.
'Ji bo veşartina bûyerê tecevûzê gotin 'erê'
Meral Daniş Beştaş ragihan ku Ensar Vakfi bi pişgiriya dewletê li ser piya disekine û da zanîn ku bi sûcê îstîsmara zayendî ku diderkevin nêzikatiya AKP'ê tên teşîrkirin û wiha domkir, " HDP'ê ji bo îstîsmara zayendî pirsname da lê bi dengê AKP'ê hat red kirin. Tenê ne Ensar Vakfi parastin di heman demê de li ser navê parastinê jî gotin ji tacîz û tacavûzan re 'Erê.' Yurdên ku li ser navê Ensar Vakfê bên vekirin jî ne hiqûqîne."
Meral bi bîr xist ku berî niha Midurê Perwerdê û Waliyê Karamanê gotin ku ew Muharrem G. yê ku sûcê îstîsmara zayendî kiriye nasnakin û wiha pêde çû, "Piştî ku du heftî borîn wêneyên wan yê bihevre di çapemeniyê de cih girt. Em zanin ku ew kes hevdu nêzve nasdikin. Em wek HDP'ê dibêjin, tu nîqaşê siyasî nikarin li hember tacîz û tecavûza bigre."
'Bila wê qoltixê dagir neke îstîfa bike'
Meral Daniş wiha dawî li gotina xwe anî, "Eger siyaset û dadê helwestkê zelal li hember îstîsmara zayendî girtibana, em ê nehatana van rojan û menê di peşêrojê de jî van bûyer jiyan nekiriba. Dibe Sema Ramazanoglu piştî daxuyaniyên têkîldarê îstîsmara zayendî ku parast divê qoltixê dagir neke û îstîfayê xwe pêşkêş bike. Wekîlê ku wê pîrozdikin diyara ku Ensar Vakfê û dibin hevkarê wê sûcê."
(dt/rc)