'Li ser cenazên me xaniyan çêdikin, em hestiyên xwe dixwazin'
12:54
JINHA
AMED - Malbatên Rozerin Çukur û Ramazan Ogut ên ku li Surê hatine qetilkirin 5 mehe li benda girtina cenazê zarokên xwe nin. Malbatên ku mînaka xwînê dayîn jî hîn cenazeyê zarokên wan nehatine teşîskirin û mînakên xwînê li TEM'ê tên sekinandin. Meta Ramazan Ogut Zara Baran got: "Êdî malbat cenazeyê zarokên xwe nasnakin û nikarin teşîs bikin. Li ser cenazeyên zarokên me xanî tên avakirin. Em cenaze û hestiyên zarokên xwe dixwazin. Bila cenazeyê zarokên me bidin me."
Malbatên Rozerîn Çukur, Turgay Girçek, Gunduz Akmeşe, Ramazan Ogut, Cihat Morgul, Mahmut Oruç, Erkan Keskîn, Hakan Arslan, Welat Bilen û Erdal Tekin yên li nava Sura Amedê hatine qetilkirin ji bo ku cenazên zarokên xwe bigirin ev 3 mehin li Navenda Çanda Dîcle Firadê di çalakiya nobetê denin. 36 cenazeyên ku ji Surê derxistin li morga nexweşxanan tên sekinandin. 11 jê li Amedê, 4 li Meletî, 14 li Dîlokê û 7 jê jî li Elezîzê nin. Malbatan bilêv kirin ku li gel mînakên xwînê dane jî cenazeyên zarokên wan ne hatine teşîskirin û mînakên xwînê yên dayîn li TEM'ê tên sekinandin. Dayîka Rozerin Çukur Fahriye Çukur anî ziman ku wan nikarîbû cenazeyên zarokên xwe teşîs bikin ew êdî cenazeyên zarokên xwe dixwazin û wiha dazanîn: "Ev 3 heftiye me mînakên xwînê dane, tu encam ji mînakên xwînê derneket. Wek ku zarokên me xeyal dikirin, me cenazeyên wan negirt."
'Em hestiyên zarokên xwe dixwazin'
Meta Ramazan Ogut Zara Baran jî diyar kir ku ew hestî û axa zarokên xwe dixwazin û wiha dom kir: "Ev 5 heyvin em li benda girtina cenazeyên zarokên xwene. Em 21 rojan di greva birçîbûnê de man. Niha ji bo ku em cenazeyên zarokên xwe bigirin em di çalakiya runiştinê denin. Em cenaze û hestiyên zarokên xwe dixwazin, lê hestiyê zarokên me jî nadin me. Li kîjan deweletê û di kîjan dîrokan de 5 heyvan cenaze li kolana hatine sekinandin. Hestiyên zarokên me nadin, lê liwir avahiyan çêdikin. Em dayîk li benda girtina cenazeyên zarokên xwene. Em hestiyên zarokên xwe dixwazin."
'Êdî malbat nikarin cenazê zarokên xwe teşîs bikin'
Zara anî ziman ku ew tucar dest ji doza girtina cenazeyên zarokên xwe bernadin û wiha nerazîbûnên xwe anî ziman: "Ev 12 rojin me mînakên xwînê dan, em li bendê man ku bi mînakên xwînê cenazeyên zarokên me bên diyar kirin. Êdî malbat cenazeyên zarokên xwe nasnakin û nikarin teşîs bikin. Ne hestiyên zarokên me û ne jî axa wan didin me. Em dixwazin cenazeyên zarokên xwe defin bikin û axa wan bibînin, lê em nikarin vê jî bibînin. Em ê çawa vê dewletê qabûl bikin? Em dewletê ti car afu nakin, ev 6 heyve em livir runiştîne. Baran hat, berf hat û bihar hat em hîn jî li benda cenazeyên zarokên xwe ne. Li ser cenazeyên zarokên me xaniyan ava dikin û dan û standina dikin. Ji cenaze, hestî û axa zarokên me ditirsin. Heya em hebin em dev ji zarokên xwe bernadin, em ê hertim bi wan re bin."
'Ev 5 heyvin cenazeyê zaroka min nadin'
Fahriye got ku ev 3 heftiye wan mînaka xwînê dane û wiha gotinên xwe dawî kir: "Ev 5 heyve cenazeyên zarokên me nadin. Em ji bo ku cenazê zarokên xwe bigirin di çalakiya nobetê de nin. Ev 3 heftiye me mînakên xwînê dan, lê hîn tu encam nehatiye. Me zarokên xwe bi xeyalên ku wan dixwest defin nekirin. Em li benda girtina cenazeyê zarokên xwenin, em êdî aştiyê dixwazin. Em nadaxwazin ku ji nava navçeyê molozan derxin, bila avêtin molozan bê sekinandin."
(dt/zt)