Şervanên YPJ: Ti hêz nikare gelekî rêxistinbûyî têk bibe

12:55

JINHA

TIŞRÎN - Şervanên YPJ'ê Nûjîn Dêrik û Rengîn Cûdî êrîşên çeteyan ên ku bi alîgiriya Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyeyê (KNS) û ENKS'ê yên li hemberî taxa Şêx Meqsûd nirxandin û wiha gotin, "Êrîş çiqasî bên kirin jî, ti hêz nikare gelekî rêxistinbûyî têk bibe, nikare teslîm bigire. Eger ev gel bi rêxistina xwe re bû be yek, qet teslîm nayê girtin, serî lê nayê tewandin."

Şervanên YPJ'ê Nûjîn Dêrik û Rengîn Cûdî têkîldarê êrîşê çeteyan yê li hember taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê ji ANF'ê re nirxandinên girîng kirin. Şervanên YPJ'ê Nûjîn Dêrik û Rengîn Cûdî diyar kirin ku, êrîşên çeteyên qaşo Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyeyê (KNS) û ENKS'ê yên li hemberî taxa Şêx Meqsûd, ji aliyê dewleta Tirk, Barzanî û PDK'ê ve tên organîzekirin. Şervanên YPJ'ê dan xuyakirin, ku çeteyên KNS û ENKS'ê bi çekên kîmyewî êrîşî taxa Şêx Meqsûd kirine û ji ber van êrîşan bi dehan mirovan jiyana xwe ji dest dane, bi sedan jî birîndar bûne. Şervana YPJ'ê Nûjîn Dêrik diyar kir ku taxa Şêx Meqsûd her çend weke taxeke Kurdan tê zanîn jî, taxek ji mozaîka gelan e û anî ziman, ku li vê taxê ne tenê Kurd, Ermenî û Suryanî, civakên ji gel û baweriyên cuda jî dijîn. Nûjîn da zanîn ku, ji roja destpêkê ya şerê Sûriyeyê û vir ve mirovan ji gelek herêman koçî taxa Şêx Meqsûd kirine û şêniyên taxê jî ev mirov hemû vehewandine.

'Çete pêvan û şêweya şer binpêdikin'

Şervana YPJ'ê Nûjîn diyar kir, çeteyên KNS û ENKS'ê dixwazin vê rastiyê bi temamî ji holê rakin, lewma bi binpêkirina her şêwe pîvanên şer re êrîşî gelên Şêx Meqsûd dikin. Nûjîn ragihand, êrîşên çeteyên KNS û ENKS'ê ji kêliya destpêkirina agirbesta ji aliyê DYA û Rûsyayê ve hat ragihandin destpê kiriye û heta roja îro her dijwar bûye.

'Gelê Kurd ne teslîmiyet berxwedan hilbijart'

Nûjîn bal kişand ser bêdengiya her du mûxatabên agirbestê DYA û Rûsyayê li pêşberî êrîşên li hemberî gelên li Şêx Meqsûd û got, "DYA û Rûsya bi bêdengiya xwe ya li pêşberî êrîşên li dijî gelên Şêx Meqsûd re nîşan didin, ew li Sûriyeyê çareseriyê naxwazin." Şervana YPJ'ê Nûjîn Dêrik da xuyakirni, ku DYA, Rûsya, Erebîstana Siûdî, Qatar û dewleta Tirk, di şexsê gelê Kurd ê li taxa Şêx Meqsûdê de teslîmiyetê li ser hemû gelan ferz dikin û got, "Lê belê jin û xortên leheng ên gelê Kurd teslîmiyet qebûl nekirine. Wan berxwedan hilbijartin e."

'Êrîş Tirkiyê organîzedike'

Şervana YPJ'ê Rengîn Cûdî jî ragihand, ku li taxa Şêx Meqsûd a Helebê hemberî gelê Kurd şerekî ne exlaqî tê meşandin û anî ziman, ku bi mikurhatinên çeteyan jî hatiye piştrastkirin; ev êrîşên barbar ên li hemberî Şêx Meqsûd ji aliyê dewleta Tirk ve tên organîzekirin. Rengîn diyar kir, çeteyên KNS û ENKS'ê yên li hemberî taxa Şêxmeqsûd di rojên dawî de zêde kirine, bibîr xist û got, ji ber van êrîşa bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest dan, bi sedan mirov birîndar bûn. Rengîn ragihand, êrîşên li hemberî taxa Şêx Meqsûd ji destpêka şerê Sûriyeyê û vir ve bi çekên giran tên kirin, lê li hemberî van êrîşan gelê Kurd hîn bêhtir li dora YPG/YPJ'ê li hev civiya ye.

'Em ê rê nedin faşîzmê'

Rengîn got, "Êrîş çiqasî bên kirin jî, ti hêz nikare gelekî rêxistinbûyî têk bibe, nikare teslîm bigire. Eger ev gel bi rêxistina xwe re bû be yek, qet teslîm nayê girtin, serî lê nayê tewandin." Rengîn destnîşan kir, ku ew ji komên çete yên li hemberî wan re nabêjin 'li hemberî me şer nekin', ew dibêjin 'şerekî bi exlaq' bimeşînin. Şervana YPJ'ê Rengîn got, "Em dixwazin dijminê li hemberî me bi exlaq be. Lê em dibînin dijminê li hemberî me bê exlaq e. Em vê rastiyê dibînin û li gorî vê helwest nîşan didin." Rengîn di serî de gelê Kurd bang li gelan kir, ku taxa Şêx Meqsûd bi tenê nehêlin û ev bang li gelê Şêx Meqsûd kir: "Weke şervanên YPJ'ê me ti carî gelê xwe yê li Şêx Meqsûd bi tenê nehişt û em ê bi tenê nehêlin. Ji bo bersivê bidin pêwîstiyên gelê xwe, em ê hîn bêhtir xwe bi rêxistin bikin û heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ber xwe bidin û bi ser kevin." Rengîn diyar kir, ew ê li hemberî êrîşên çeteyên KNS û ENKS'ê çi li Şamê, çi li Helebê, çi jî li Kobanê, Efrîn û Cizîrê li her derê gelên xwe biparêzin û rê nedin faşîzmê."

(rc)