Li Xarpetê jinek hat qatilkirin
13:11
JINHA
XARPÊT - Jina bi navê Gulcan Demir li taxa Îzzetpaşa ji aliyê hevjinê xwe ve hat qatilkirin. Ji bo kujer Serdar Demir ji cihê bûyerê reviya, lêgerîn hat despêkirin.
Li taxa Îzzetpaşa ya Xarpêtê Serdar Demir hevjina xwe Gulcan Demir qatilkir. Serdar Demir piştî hevjina xwe qatilkir, li polîsan geriya û ji cihê bûyerê reviya. Polîsan ji bo Serdar lêgerîn dan destpekirin. Piştî bûyer hat jiyandin ekîbên tenduristiyê û polîs hatin sewqirin. Ekîbên tenduristîyê tesbîtkirin Gulcan li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye. Li cihê bûyerê lêkolîn hat kirin û cenazê Gulcan Demir ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxana Fakultaya Tiba Zanîngiha Firatê.
(dt/zt)