Malbatan ji bo girtina cenazeyên zarokên xwe serî li ÎHD’ê dan

15:17

JINHA

MÊRDÎN - Malbatên 8 cenazeyên ku li Nîsêbînê jiyana xwe ji dest dayî ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe serî li şaxa ÎHD’a Mêrdînê dan.

Li Nisêbîna Mêrdînê malbatan ji bo wergirtina 8 cenazeyên zarokên xwe yên endamên YPS/YPS-JIN’ê û vekirina korîdora jiyanê serî li şaxa Komaleya Mafên Mirovan (ÎHD) dan. Piştî serlêdana malbatan şaxa ÎHD’ê ya Mêrdînê bi malbatan re daxuyanî da çapemeniyê. Serokê ÎHD’ê ya Mêrdînê Erdal Kûzû li ser navê malbatan axivî û anî ziman ku rêya çareserkirina pirsgirêka kurdî aşitî ye.

Erdal ji bo dawî li şer û pevçûnan bê banga kir û wiha axivî: “Bi qedexeya derketina kolanan re kuştin didomin. Malbatên 8 kesên ku li Nîsêbînê jiyana xwe ji dest dane ji bo wergirtina cenazeyan serî li ÎHD’ê dan. Divê cenazeyên 8 kesan li gorî peymana navnetewî radestî malbatên wan bikin. Ji ber vê yekê divê pevçûn bên rawestandin û yan cenazeyan radestî malbatan bikin an jî bişînin Saziya Tiba Edlî (ATK). Li kolanan ji bo rawestandina cenazeyan tu rêbazeke huqûqî tune ye.”

Ji malbatan Ebûbekîr Koçhan jî dest nîşan kir ku ew bi zanebûn cenazeyên wan li kolanan tên rawestandin û ji bo wergrtinê wan serî li şaxa ÎHD’ê daye û wiha got: “Armanca me ew e ku em cenazeyên xwe wergirin û bispêrin axê. Divê rayedar di vê mijarê de baldar bin.”

(kom/zt)