Li Şirnexê bi baranê re êrîşên giran dest pê kir
15:21
JINHA
ŞIRNEX – Li Şirnexê bi baranê re êrîşên hêzên dewletê ya bi tanq, top û obûsan hat giran kirin û taxên ku tû xendek û barikat lê tûne jî pevçûnên dijwar diqewimin. Li bajêr tevgera hewayî û ambulansan tê jiyîn.
Li hember êrîşên qîrkirinê ya hikumeta AKP’ê di roja 30’an de berxwedana Şirnexê didome. Ji saetên nîvro ve bi dest pê kirina baranê re êrîşên hêzên dewletê ya li ser taxên berxwedanê jî hat girankirin. Şer û pevçûnên ku şevê dîn ve kêm bûyî ji nû ve bi giranî dest pê kir. Ji bargêhên hêzên dewletê topebarana li ser taxên berxwedanê berdewam dike. Bi çekên tîpa A-4 ku li ser wesayîtên zirxî hatîn bicîhkirin û segvanên li ser avahiyên bilind hatîn bicîhkirin taxên berxwedanê bênavber tê gule baran kirin. Ji derveyê taxên berxwedanê li taxên Tekser, Vakifkent û Gûndogdu jî dem bi dem pevçûnên dijwar diqewime. Taybetî li qada Aşitî di navbera hêzên dewletê û hêzên YPS/YPS-JIN’ê de şer û pevçûnên dijwar diqewime.
Li ser dijwar bûyîna pevçûnên qada Aşitî yê tevgera ambulansan dest pê kir. Ambulansên ku ji qada Aşitî vegeriyan berê xwe dan Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û gelek ambulans jî berê xwe da Fermandariya Tûmenê. Li gorî çavkaniyên heremî hat zanîn ku di encama pevçûnên qada Aşitî de gelek tîmên taybet bi giranî birîndar bûne. Lê tekîldarî kuştiyên birîndaran de hê jî tû agahiyên zelal ne hatiye bidestxistin.
Şer û pevçûnên li bajêr didome û tevgera hewayî li ser herema Çiyayê Cudî berdewam dike.
(kom/zt)